Li Îranê qanûnek nû ya 'Nixumandinê' 2023-09-20 13:46:11     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Îranê salek piştî qetilkirina Jîna Emînî, qanûnek pejirand ku li jinên rûyê xwe napêçin pêkanînên giran ferz dike.   Li gorî çapemeniya fermî, pêşnûme qanûneke ku çend meh in dihate nîqaşkirin û pêkanînên giran li wan jinan ferz dike ku li nava gel rûyê xwe napêçin, di 20'ê Îlonê de li Parlamenta Îranê hatiye pejirandin.   Ajansa Nûçeyan a Îranê li ser mijarê ev agahî da: "Ji bo pêşnûme qanûna 'nixumandin û îfetê' sê salan bê ceribandin, parlamenteran pêşnûme pejirandin."   Piştî ku Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de li Tehranê bi hinceta 'porê xwe baş nenixumandiye’ ji aliyê polîsên exlaqî ve hate qetilkirin, serhildaneke bêhempa bi pêşengiya jinan destpê kir.   Jinan bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li her devera Îranê rabûn serhildanê.   Mehên dawî piştî ku jinan bi rengekî servekirî daketin qadan, nerazîbûna xwe bi xurtî nîşan dan, hikumetê dest bi girankirina polîtîkayên dijminatiya li jinan kir.   Ji bo pêşnûme bibe qanûn divê ji aliyê Konseya Parastina Destûra Bingehîn ve bê pejirandin.