'Dê li dijî îslama siyasî ya li parlamentoyê têbikoşîn' 2023-09-20 09:02:37       Zelal Tunç   WAN - Bi hevkariya partiyên "Îslama Siyasî" kesên tundiyê li jinan dikin tên parastin. Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA'yê Menice Gulmez, têkildarî mijarê da zanîn di bin navê îslamê de ev partîna jinan diçewisînin û got:"Wê têkoşîna li dijî polîtîkayên di bin navê îslamê de dewam bike."   Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi destên dewletê destkeftiyên jinan tê xwestin bê tunekirin. Tê xwestin jin li derveyî civakê bên hiştin. Di hilbijartinên dawî yên sala 2023'yan de AKP-MHP, HUDA-PAR û Partiya Refaha Nû destkeftiyên jinan dîsa kirin hedef. Gotinên partiyên "Îslama Siyasî" yên li dijî xebitandina jinan, têkoşîna wan dîsa bû rojev. Di bin navê îslamê de jin dîsa bûn hedef. Cîgira Serokatiya Giştî (PÎA) Menice Gulmez, têkildarî mijarê nirxandin kir.    'Dixwazin ranta siyasî bi dest bixin'   Menice da zanîn ji bo ranta siyasî êrişî destkeftiyên jinan tê kirin û wiha got:"Gotina partiyên Îslama Siyasî yên li meclîsê ji bo lawazkirina polîtîkayên derbarê jinan de ye. Bi gotin û çalakiyên xwe êrişî jinan dikin. Bi gotin û çalakiyên xwe yên li hemberî jinan dixwazin rantên siyasî bi dest bixin. Vana êrişî kesên destkeftiyên jinan diparêzin, dikin. Bi vî rengî dixwazin di nava xwe de qadekê ji jinan re ava bikin. Bi vî rengî dixwazin gotinên xwe li ser tevgerên jinan, saziyên jinan, jinên têkoşîna jinan dimeşînin ferz bikin."    'Bersûcan bi efûyan berdidin'   Menice da zanîn bi zagona înfazê ya ku tê derxistin cezayên bersûcên di qetilkirina jinan de rol lîstine dadikevin du salan û wiha domand:"Di pêvajoya ku îtidar li ser îktidarê bû bi zagonên efûyê madeyên têkildarî bersûcên cinayetên jinan guhertin, xistin meriyetê. Loma jî tundî û cinayet zêde bûn. Bi zagonên derdixin kujeran berdidin. Kesên difikirin dixin girtîgehê lê belê kujeran berdidin. Loma jî li welêt tecawiz, tundî, cinayet, îstismar tim di rojevê de ne. Divê ji bo kesên van sûcan dikin zagonên giran bên derxistin lê belê berovajî vê tên berdan."   'Ji gotinên xwe ew jî bawer nakin'   Meniceyê gotina HUDA-PAR'ê ya "bila jin li malê zarokan bîne" rexne kir û wiha pê de çû:"Van gotinên xwe ew bi xwe jî bi cih naynin. Ji gotinên xwe ew jî bawer nakin. Madem dibêjin bila jin li malê rûnên çima keçên xwe didin xwendin? Hevjînên wan çima dixebitin ? Ji bo di siyasetê de qezenc bikin çima jinan dişînin sehayê. Çima di partiyên wan de milê jinan vedibe ? Çima di mîtîngên xwe de jinan bi kar tînin ? Van gotinên ji bo jinan dikin tenê ji bo kesên ne wek wan e bi kar tînin. Keçên wan dibin bijîşk bi mêran li heman emeliyatxaneyê dikevin emeliyatê. Yan jî bi mamosteyên mêr re heman odeyê parve dikin. Hevjînên wan ên bi mêran re dixebitin hene. Tiştên ji bo xwe nakin çima li civakê ferz dikin ?"   'Divê tu jin ji ber vana dev ji destkeftiyên xwe bernedin'   Meniceyê bi lêv kir ku gotin û erişên li hember jinan tên kirin bi xwe di Îslamiyetê de cihê xwe nagirin û wiha got:"Çimkî Hz. Hatice tuccar bû û bi mêran re bazirganî dikir. Hz. Ayşe ders dida mêran. Jinên şervan hebûn. Jinên bi mêran re şer dikirin hebûn. Jinên di vê mijarê de dibûn leheng hebûn. Jinên dibûn mijara destanan hebûn. Jinên bi mêran re hicret dikirin hebûn. Jinên zabita hebûn. Bi hevkariya partiyên 'Îslama Siyasî', di bin navê îslamê de ev partîna jinan diçewisînin. Dibe ku ya mînak nîşan didin Îslama Emeviyan be. Yan jî dibe ku mînaka hinek cemaatên 50 sal berê digotin bila jin dernekeve derve. Bi vê feraseta teng jinan di nava dîwaran de hepis dikin. Divê tu jin ji ber vana dev ji destkeftiyên xwe bernedin."   'Ji bo pêşî li jinan venekin wê her mudaxaleyê bikin'   Meniceyê diyar kir ku li welatê bi zihniyeta baviksalarî tê birêvebirin her tim mudaxaleyî jinan tê kirin û wiha got:"Feraseta mêr ji bo pêşî li jinan venebe her tiştî dike. Di her qadê de astengkirina wan derdikeve pêşberî me. Bi taybet partiyên vî welatî bi rê ve dibin xwediyê vê fikrê ne. Xwediyê fikra paşverû ya li Rojhilata Navîn e. Ji bo xwe naxwazin jin di qada siyasî de xurt bibin. Mêr naxwazin wekheviya mêr û jinan çêbibe."    'Pîrozbahiya jinan ji zayina zarokan nayê'   Pîrozbahiya jinan bi zayîna zarokan pêk nayê. Zarokên Hz. Ayşe tunebû. Ma ew ne pîroz bû ? Pîrozbahiya jinan ji zayina zarokan nayê. Parastina malbatê bi qansî peywira jinan e ewqas jî peywira mêran e. Wê mêr li derve be, di nava siyasetê de be lê jin wê bi malê bê sînorkirin. Ev yek nayê qebûlkirin."