'Bi vê êrişê hat dîtin ku dijminên me çend ji yekîtiya netewî ditirsin' 2023-09-19 15:21:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê êriş û qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun de li Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Ev kiryara terorîstî ne tenê sûc û destdirêjiya ser canê endamê KNK’ê û çalakvanek sivîl e, di heman demê de destdirêjiya li ser xaka Kurdistan û ewlehiya Hewlêrê ye. Bi vê êrişê hat dîtin ku dijminên me çend ji yekîtiya netewî ditirsin.”   Duh di saet 13:30’an de li Hewlêrê bi çekan êrişî avahiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) hat kirin. Di êrişê de Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun hat qetilkirin.   Derbarê êrişê de li Nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniya ji aliyê hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad ve hatî xwendin de wiha hate gotin; “Em destpêkê qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun şermezar dikin, ev êriş ne asayî ye. Hedefgirtina ofîsa KNK’ê ya li Hewlêrê, hedefgirtina xebata yekîtiya netewî û hemû Gelê Kurd e.   Ev kiryara terorîstî ne tenê sûc û destdirêjiya li dijî canê endamek KNK’ê û çalakvanek siyasî ye, di heman demê de destdirêjiya li ser xaka Kurdistan û ewlehiya Hewlêrê ye. Dijminên me bi van êrişan nîşan didin ku ew çend bi yekîtiya me nerehetin û ji xebata yekîtiya netewî ditirsin. Ji ber ku yekîtiya Kurdan bersiva dijî planên dagirkeran ên ser gelê me û tevgera azadiya Kurdan e.”