ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-19 09:00:00     * Endama Lijneya Rêvebiriya ÎHD’ê ya Wanê Ayten Kiran, diyar kir ku piştî îlankirina OHAL’ê li Wanê ve hemû çalakî ji aliyê walîtiyê ve tên qedexekirin û got: "Bi awayek kêfî biryarên qedexeyê tên dayîn. Ev rejîma zextê ye. Ev rejîm nayê qebûlkirin.” BI DÎMEN     *Bi hevkariya partiyên "Îslama Siyasî" kesên tundiyê li jinan dikin tên parastin. Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA'yê Menice Gulmez, têkildarî mijarê da zanîn di bin navê îslamê de ev partîna jinan diçewisînin û got:"Wê têkoşîna li dijî polîtîkayên di bin navê îslamê de dewam bike." BI DÎMEN     *Dayikên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û li dijî polîtîkayên qirkirina gelê Kurd bi salan e têkoşînê didin û li cenazeyên xizmên xwe digerin, diyar kirin ku aştî bi azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e. Dayikan bang li her kesî kirin ku di nava têkoşîna tê dayîn de cihê xwe bigirin.  DÎMEN HEYE