Şandeya Partiya Çep a Kesk çû serdana mexdûrên erdhejê 2023-09-18 16:09:21       SEMSÛR - Şandeya Partiya Çep a Kesk çû serdana mexdûrên erdhejê yên li Semsûrê û gel re hevdîtin pêk anî û pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin.   Partiya Çep a Kesk li Semsûrê ku ji ber erdheja navenda wê Mereşê bandoreke mezin li ser bûbû çendek hevdîtin kir. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya serdema berê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Elîf Bulut, parlamenterên Partiya Çep a Kesk Bêrîtan Guneş û Huseyîn Olan jî di nava şandeyê de cih girtin. Şande, di ketina navçeya Kolikê hat pêşwazîkirin.    Şande, ji ewil çû bajarokê Mazeyê û çû serdana esnafan. Di serdanê de welatiyan pirsgirêkên xwe anîn ziman. Piştre jî şande çû serdana Şaredariya Komirê. Şande ji hêla Hevşaredar Erkan Karakaş ve hate pêşwazîkirin.    Piştre jî şande çû gundê Geler ê girêdayî navçeya Sincikê ku ji erdhejê pir bandor bûbû. Şandeyê bi gel re civînek li dar xist û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Welatiyan got ku bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan digirin. Welatiyan bal kişand ser demsala zivistanê û pirsgirêka ava vexwarinê. Welatiyan destnîşan kir ku tevî pirsgirêkên giran jî dê xaka xwe neterikînin û ji bo serdanê spasiya şandeyê kirin.    Şandeya Partiya Çep a Kesk piştre jî çû Aşxaneya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rêveberiya Karesatê.    Şande, dê li Semsûrê herî dawî biçe serdana gundên turkmenan ên Kelemkaş û Harmanli yên navçeya Sergolanê. Şande sibe jî dê li Meletiyê hevdîtinan bike.