Rojnameger Nazîla Xelata Pêşbirka Mûsa Anter girt 2023-09-18 10:21:07     STENBOL - Encama Pêşbirka 30’emîn Xelatên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn. Di beşa Rojnamegeriya Jinê de rojnameger Nazîla Maroufîan Xelata Pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê Mûsa Anter girt.    Encama Pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ya 30’yemîn diyar bûn. Xelatên rojnamegeriyê ya ku ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê birêvebirin, ji beşên wek “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wêne (Nûçe Wêne)”, “Karîkatûr” û “Nûçegihaniya Jinan” a ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz jî di nav de ji pênc beşan xelat hatin dayîn. Xelat dê di 22’yê Îlonê li Stenbolê bi merasîmekê bên dayîn.   Juriya Rojnamegeriya Jin a ji bo bîranîna Gurbetelli Ersoz pêk hat ku Ceren Sozerî, Bîrcan Degîrmencî, Arjîn Dîlek Oncel û Safiye Alagaş jî di nav de bû, xelata yekem da rojnamevana jin Nazila Maroufian ku piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê bi bavê wê Amjad Emînî re hevpeyvîn çêkiribû. Marûfiyan yek ji wan rojnamevanan bû ku îdiaya rejîma Îranê ya ku dibêje Jîna Emînî ji ber kirîza dil miriye derewand û rastî ji raya giştî re ragihand.   Juriya Nûçeyên Kurdî ku ji Suna Tunç, Hatîce Kamer, Rizoyê, Remezan Olçen û Leyla Ayaz pêk dihat ji Bîanetê nûçeya Ferîd Demîrel “Fermandarê rêxistina Ahrar’uş Şarkkiyeyê ji Zanîngeha Artûklûyê derçûye” hêjayî xelatê hat dîtin.   Juriya Nûçeyên Tirkî ku ji Farûk Bîldîrîcî, Alî Dûran Topûz, Banû Guven, Candan Yildiz, Nezahat Dogan û Mehmet Alî Çelebî pêk tê, nûçeya edîtorê MA’yê yê hatiye girtin Abdurrahman Gok “Li Rojhilat û Îranê me: Hêviya Îraneke nû” çûbû Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hêjayî xelatê hat dîtin. Rojnameger Metîn Yoksû bi nûçeya xwe “Piştî Şirnexê Sêrt: Li ser daxwaza cendermeyan di 6 mehan de herî kêm 60 kîlometrekare qada daristanê hate tunekirin” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hate dîtin. Ji Rojnameya Yeşîlê Dîlan Pamûk bi nûçeya “Li Yataganê li ser sûc hatin girtin: Şîrket biryara dadgehê ji nedîtî ve tê” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hate dîtin. Ji Rojnameya Bîrgunê Îsmaîl Arî bi nûçeya “Gel jehrî kirin” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hate dîtin.   Juriya Wêneyan a ku ji Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Murat Baykara, Bêrîtan Canozer, Çetîn Altun pêk dihat, bi wêneyê xwe yê bi navê "Destê dewletê" xelata yekemîn da Ardîl Batmaz. Juriya Wêneyan biryar da ku Xelata Taybet a Juriyê bidin Sedat Suna û Efekan Akyuz.   Juriya Karîkatûran a ku Murat Îpek, Musa Keklik, Aşkin Ayrancioglû jî di nav de Erhan Yaşar Babalik di kategoriya karîkatûran de hêjayî xelata yekem hat dîtin. Juriya Karîkatûran jî biryar da ku Xelata Taybet a Juriyê bide Muammer Kotbaş.   Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ji ber çalakiyên der barê kesên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin hêjayî Xelata Rûmetê hat dîtin.