Rojnameya Xwebûn bi manşeta ‘Bi xeta xiyanetê bawer nebin’ derket 2023-09-18 09:24:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 196’an a Rojnameya Xwebûnê ve hefteyê bi manşeta “Bi xeta xiyanetê bawer nebin” derket.   Rojnameya Xwebûn di hejmara xwe ya 196'an de bi manşeta “Bi xeta xiyanetê bawer nebin” derket.   Hejmara 196’an a rojnameyê Xwebûnê zêdetir cih da çalakiyen “Jin Jiyan Azadi” ku piştî kuştina Jîna Emînî” di serî de li Îranê û li hemu welatên cîhanê belav bû. Rojnameyê vê hefteyê bi Endamê Meclisa PJAK’ê Ehwan Çiyako re hevpeyvîn kir. Ehwan di nirxandinên xwe de bêtir li ser felsefeya “Jin Jiyan Azadî” rawestiya û destnîşan kir ku ev şoreşeke fikrî û zihnî ye. Ehwan li dijî gefên Îranê bang li partiyên li Rojhilat kir û xwest zêde pişta xwe nedin xiyanetê.    Rojnameyê di surmanşetê de cihekî fireh da kampanya Tevgera Jinên Azad (TJA) a ku di 15’ê Îlonê de bi armanca têkbirina şerê taybet ê ku li ser hemû nirxên kurd û Kurdistanê tên meşandin daye destpêkirin. Kampanyaya ku TJA’yê bi dirûşma ‘Em bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve Dimeşin’ daye destpêkirin di serî de li dijî tecrîd, qirkirina xweza û jinan û polîtîkayên şerê taybet dê heta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bê meşandin. Dê ji bo xwedîderketina li zimanê zikmakî kampanya bi zimanê kurdî bê pêşxistin. Dê yek ji xala sereke têkoşîna li dijî tecrîdê be.    Rojnameyê di binmanşetê de jî cih da nûçeya Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî. Rojnameyê di rûpela rojevê de nivîsa nivîskar Felemez Ulug jî derxist pêş. Felemez  di nivîsa xwe de li ser komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku bi beşdariya gelek dewlet û hêzên navdewletî hate destpêkirin rawestiya.