AYM derbarê îşkenceya Wanê de biryara ‘Binpêkirinê’ da 2023-09-17 12:29:00     WAN - Di 14’ê Tirmeha 2018’an de polîsan bi ser malbata Şahînê ya Rêya Armûşê ve girt û îşkence li 3 jin û bitevahî 7 kesan kir. Malbat û parêzer serî li  AYM'ê dan û AYM jî derbarê îşkenceyê de biryara “binpêkirinê” da û xwest ku lêpirsîn ji nû ve bê destpêkirin.    Li kolana Eres a taxa Valî Mîthat Bey a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di 14’ê Tirmeha 2018’an de polîsan bi ser malbata Şahînan de girtibû. Di serdegirtina malê de 2 kesan jiyana xwe ji dest bû.   Di serdegirtinê de Ayfer, Abdûlbakî, Ayhan, Abdûllah û Fetûllah Şahîn, Şehrîban Mamûk û Dîlan Gorur hatibûn binçavkirin û 4 rojan îşkence li wan hat kirin. Malbat li dijî îşkenceyê serlêdana sûc kir. Lê belê dozger derbarê serlêdanê de biryara “bêşopandinê” da.   Biryara binpêkirinê    Dema ku serlêdana li Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Wanê bê encam ma, parêzeran vê carê serî li Dadgeha Herêmî ya Erziromê dan. Piştî ku dadgeha herêmî serlêdanê red kir, parêzerên malbatê vê carê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. AYM derbarê serlêdanê de biryara “qedexeya îşkenceyê hat binpêkirin” da û xwest ku lêpirsîn ji nû ve bê destpêkirin.