Ghazale Motamed: Şoreş heta ketina komara îslamî wê bidome 2023-09-17 09:03:56     Melek Avci   ENQERE - Aktivîsta Îranî Ghazale Motamed da zanîn jin ev saleke ji bo azadî û edaletê çalakiyan pêk tînin û bedelên giran didin. Ghazela wiha got: “Jin û komên bindest dibêjin êdî şûnde gavê navêjin û heta komara îslamî nekeve wê şoreş bidome.”   Di 16’ê Îlona 2022’yan de li Tehranê jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên axlaqê yên rejîmê ve hat qetilkirin. Di ser bûyerê re salek derbas bû. Piştî bûyerê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî dest pê kirin û demek kurt çalakî her çûn mezin bûn. Jinan û gelan tevî hemû zext, girtin û qetilkirinê, qad terk nekirin.   Aktîvîsta Îranî Ghazale Motamed pêşketina vê serhildanê û rola jinan nirxand.   ‘Ev şoreş her diçe mezin dibe’   Ghazale da zanîn ku serhildana li Rojhilat û Îranê hatiye destpêkirin hemû komên bindest aniye gel hev û li dijî vê jî hikûmeta Îranê zextên giran pêk anîne. Ghazale wiha vegot: “ Şoreşa jinê sala borî di pêvajoyek girîng û dîrokî de derbas bû. Vê tevgerê hemû komên civakîyên bi zextan anî gel hev. Belucî û Kurdistaniyan ji serî de bi awayekî çalak piştgirî dan vê şoreşê. Kedkar û karker tevli şoreşê bûn. Xwendekar û zarokên biçûk di eniya pêş de cih girtin. Ji ber vê li dibistanan bi zextên mezin re hatin rû hev. Mamoste û xwendekar tevli bûn. Gelek kes ji kar hatin avêtin an jî neçar man zû teqawît bibin. Aktîvîstên siyasî, femînîst û muxalîf tevli şoreşê bûn. Hikûmetê bi hêrs û tundî bersiv da.”   ‘Armanc tunekirina zext û newekheviyê ye’   Ghazale bi lêv kir ku hikûmetê roj bi roj zextên xwe giran kiriye û wiha domand:  “Jin ji bo civakek wekhev û bi edalet bê avakirin li berxwe didin. Hemû komên civakî hatin gel hev û ev piştevanî afirandin. Ev serhildan li dijî rêveberiyek otorîter bû. Ev hikûmet di her alî de  li ser jiyana mirovan kontrolê dike. Jin li dijî vê jiyanek azad û wekhev dixwazin û armanca wan tunekirina zext û newekheviyane.”   ‘Girtin  li jinan ferz kirin’   Ghazale her wiha di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser piştî şoreşa îslamî ya 1979’a û got piştî vê jin hatine hepskirin û mafê jiyan û mirinê ya jinan jî dane mêran. Ghazale nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Piştî şoreşa 1979’an bûyera yekem ev bû li dijî jin û Komeleya Jiyana Bihevre a jinan zext pêk hat. Girtin  li jinan ferz kirin. Hikûmeta oldar zor li jinan kir ku serê xwe bigirin û veguherin alava zayendê. Ji mêrên heteroseksuel re gotin ku dikarin bibin xwediyê jinan. Rayeya kontrola jinan, jiyan û mirina jinan dan mêran.  Di 45 salên komara îslamî de zextên mezin hat kirin.”   ‘Jiyanek wekhev girêdayî têkçûna hikûmeta otorîter e’   Ghazale di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku jin êdî dizanin ku ger ev hikûmet hebe hemû mafên wan tên tunekirin û wiha dawî lê anî: “Jin êdî şûnde gavê navêjin. Ji ber dizanin ku jiyanek wekhev, azad girêdayî ketina vê hikûmetê ye. Bedela vê jî bi canê xwe didin. Jin û komên bindest diyar dikin ku ji bo azadî û edaletê saleke têdikoşin û bedelên giran didin. Ev serhildan heta ketina komara îslamî wê bidome.”