Emîne Şenyaşar emelyat bû: Navber da nobetê 2023-09-12 22:23:09   ENQERE - Ferît Şenyaşar da zanîn ku dayika wî Emîne Şenyaşar îro ji çongên xwe emelyat bûye û rewşa wê başe, wê 5-6 rojan li nexweşxanê bimîne.  Ferît da zanîn ku piştî ji nexweşxanê derkeve wê vegerin Rihayê û heta runiştina 6’ê cotmehê wê navberê bidin nobeta edeletê.    Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûs a Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de hevjînê wê û du kurên wê ji aliyê parêzvanên parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve hatin qetiklirin, ji congên xwe amelyat bû.   Parlamenterê Partiya Çep a Kesk Ferît Şenyaşar der barê rewşa dayika xwe de agahî da û got rewşa wê başe. Ferît da zanîn ku wê 5-6 rojan li nexweşxanê bimîne û piştî ji nexweşxanê derkeve wê vegerin Rihayê û heta runiştina 6’ê cotmehê wê navberê bidin nobeta edeletê.