Li Girtîgeha Panosê îşkence û tacîz! 2023-09-09 12:16:10       Rojda Aydin    AGIRÎ - Li girtîgeha Tîpa L ya Panosê 40 gardiyan êriş bir ser girtiyên bi navê Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer û îşkence li wan kirin. Mîzgîna ku bi rêya telefonê agahî da malbatê telefon bi carekî hatiye qutkirin. Dayika wê Seyhan Kayitbey derbarê mijarê de banga hişyariyê li raya giştî kir û got: "Dengê zarokên me bibihîzin."   Li girtîgeha Tîpa L ya Panosê girtiyên bi navê Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer di 31’ê Tebaxê de îtîrazê hatina gardiyanên mêr a ji bo jimartinê kirin. Girtiyan diyar kirin ku mêr nikarin bikevin qada taybet a jinan û piştî bûyerê jinan xwest bi dozgeriyê re hevdîtinê bikin. Lê hat redkirin. Jinan bûyer protesto kirin û komek gardiyan a 40 kesî pêk dihat êriş bir ser girtiyên jin û nêzî 40 deqeyî îşkence li girtiyan kirin. Li gorî agahiyan jî girtî 4 saetan bi ben  hatine girêdan.   Dayika Mizgîn, Seyhan Kayitbey ku roja înê ango duh bi keça xwe re bi rêya telefonê hevdîtin kir û keça wê behsa tiştê hatiye jiyîn kiriye. Seyhan jî ji ajansa me re axivî û bûyerên ku pêk hatî vegot.    Destûr nehat dayîn hevdîtinê bikin   Seyhan, da zanîn ku cezayê muebbetê yê giran der barê keça wê de hatiye birîn û ev 7 sal in di girtîgehê de tê girtin û got ew roja duşemê çûne hevdîtina vekirî û di rê de erebeya wan xirabûye û ji hevdîtinê re dereng mane. Seyhan, diyar kir ku gardiyanan ji wan re gotiye bi hinceta dereng mane nikarin hevdîtinê bikin û wiha pê de çû: “Gardiyanan destûr nedan em hevdîtinê bikin û ji me re gotin ‘Herin ji dozgeriyê re biaxivin’. Me bertek nîşan da jî destnûrê nedan em bi keça xwe re hevdîtinê bikin. Li ser vê yekê em çûn bi dozger re hevdînê bikin, lê ew ne li cihê xwe bû. Şewirmendê wî bi dozgeriyê re hevdîtinê kir û hat ji me re got, ‘Dozger dibêje mafê wan heye ku biçin hevdîtinê bikin. Bila biçin bi midûrê girtîgehê re biaxivin û bêjin dikarin hevdîtinê bikin.’ Piştî vê yekê em çûn girtîgehê û ji gardiyanan re got û wan jî ji midûr re gotin. Li midûr got ‘Ji me re kaxizek nehatiye û em destûrê nadin hevdîtinê bikin.’ Me nekarî em hevdîtinê bikin. Me li wir dîsa bertek nîşan da. Em piştre ji neçariyê vegeriyan.”   Îşkence û tacîz   Seyhan, destnîşan kir ku roja înê ango keça wê bi rêya telefonê lê geriyaye û gotiye girtîgehê zextek gelek mezin heye. Seyhan, wiha behsa hevdîtina bi keça xwe re kir: “Keça min zû bi zû ji me re behsa tişta nake. Lê vê carê cûda bû. Keça min bi rêya telefonê got, ‘Rewşa me nebaş e. Îşkenceyê li me kirin. Piştî vê êrişê divê tu kes deqeyek û saniyeyek nesekine. Bila hemû parêzer, baro, wekîl û rojnameger bên vê derê û dengê me bibihîzînin. Bila êdî tu kes nesekine. Ev êriş naşibe êrişên dinê. Midûrê vê derê gelek hov e û xirab e. Qaşo tên lêgînê dikin, lê lêgerînê nakin. Êdî hûn fêm bikin. Dozgeriyê re me daxwazname nivîsî lê bersiv nedan. Me ji bi derfetên xwe protesto kir. Ji ber ku me protesto kir midûr çû û bi 40 gardiyanan re vegeriya. Bi copan êrişê li me kirin. Porê me kişandin û îşkence li me kirin. 40 deqeyan îşkence li me kirin. Me çavên xwe vekir û dît ku em li nexweşxaneyê ne. Ji ber ku em ji li ser hijê xwe çûne ji ber îşkenceyê. Bijîjk rapora derbê da û destûr nedan ku bijîşkên dinê li me binêrin. Li ser vê yekê bi lezgînî me anîn girtîgehê. Rewşa me krîtîk e.’ Di girtîgehê de min û herdu girtiyên din tacîz dikin.”   Telefon bi carekê qût bû   Seyhan, destnîşan kir ku di nava 3 mehan de 9 caran cezayê hucreyê li keça wê hatiye birîn û wiha axivî: “Dema ku em bi telefonê diaxivîn telefon bi carekê qût bû. Hîn 3-4 deqeyên me hebûn ku dema me biqede. Ez bendê mam ku min bigere, lê negariya. Ev 3 car in êrişê li wan dikin. Lê her gavê zextê li keça min dikin. Herî dawî ji ber stran gotinê 11 roj cezayê hûcreyê dan keça min. Beriya 15 roj ev cezayê wê qediya. Bila hemû kes dengê zarokên me bibihîzin.”