Ji Semra Guzel name: Em dikarin tecrîdê bişkînin! 2023-09-09 09:06:36     Rozerîn Gultekîn    STENBOL - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ji Girtîgeha Kandirayê nameyek ji ajansa me re şand û got: “Em dikarin tecrîda dixwazin di zîhnê me de ava bikin bişkînin. Em di têkoşîna xwe de mafdar û xurt in ku evqas êrîş pêk tên. Em nêzî serkeftinê ne. Ji ber vê jî divê em têkoşîna xwe hevpar bikin û dawî li zîhniyeta serdest bînin.”   Parlamentera HDP’ê ya Amedê  Semra Guzel di Adara 2022’yan de destnedana wê hat rakirin û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin û 2’ê îlona 2022’yan de hat binçavkirin. Semra di 3’yê îlonê de hat girtin û şandin Girtîgeha Sîlîvriyê.   Beriya Semra sewqî edliyeyê bê kirin,  ji bo kontrola tenduristiyê biribûn nexweşxanê û du polîsan hewl dabû serê Semrayê bitewînin, porê wê ji piştve kaş kiribûn û berovajî kelepçe kiribûn. Di serî de jinan ji her derê cîhanê li dijî vê tundiyê bertek hatibûn nîşandan.  Jinan diyar kiribûn ku Semra ne tenê ye û  îradeya gelê Kurd e.   Li dijî îşkenceyê berxwedan domand   Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê der barê wezîrê karê hundir Suleyman Soylu û polîsên tundî kiribûn de serlêdana sûc kirin. Semrayê li dijî îşkence û tecrîda li ser, ji ajansa me re diyar kiribû ku ew berxwedana xwe bi hêza ji têkoşîna jinê digire dimeşîne. Di 14’ê Cotmehê de Semra neqlê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê kiribûn. Yekemîn rûniştina wê jî di 19’ê Kanûna 2022’yan de li 22’yemîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê hatibû dîtin. Parlamenteriya Semrayê jî di 22’yê Kanûna 2022’yan de hat xistin.   Semra Guzel ku saleke girtiye der barê tecrîda li girtîgehan û êrîşên li hember jinan de ji girtîgeha Kandirayê ji JINNEWS’ê re nameyek şand.   Semrayê di nameya ku ji ajansa me re şand de wiha got:   “ Piştî kumpasek siyasî û pêvajoyeke girtinê ya dijhiqûqî niha girtîme. Ev salek e girtîme. Bêguman dema me li derve têkoşîn dimeşand aliyekî me her tim li hundir ligel hevalên me yên girtî bû. Me têkoşîna xwe ji bo azadiya wan dimeşand. Rojevek me girtîgeh û pirsgirêkên wê bûn. Lê niha ez jî girtîme û her tiştî yekser dibînim: Em di gelek mijarî de qels mane. Gelek pirsgirêk nehatine ziman. Li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan hene û gelek caran pirsgirêkên din rû didin. Ew binpêkirinên mafan nebûne rojev û bê çareserî mane.   Lêgerîna ez têkoşîna xwe dikarim çawa bidomînim…   Ev pêvajoya salekê ji bo min bû pêvajoya naskirinê, li ser mijarên wek ez têkoşîna xwe ya maf, têkoşîna xwe ya jinê çawa dikarim bidomînim, bi derve re têkoşîna xwe çawa dikarim hevpar bikim derbas bû. Bêguman li ser pêvajoya dadgehê jî hûr bûm. Di vê pêvajoyê de me agahiyek bi êş girt. Nûçeyên ku bandor li ser me hemûyan kirin hatin. Agahî erdhej bû. Di pêvajoyek wisa de mixabin em di hundir de bûn û me nikaribû em xwe bigihînin herêma erdhejê.   Pêvajoya Sîlîvriyê tam tecrîd bû   Beşek pêvajoya girtina min li Sîlîvriyê derbas bû. Ev pêvajo tam tecrîd bû. Ez bi tena serê xwe diçûm sporê û mafê sohbetê hat astengkirin, ez ji girtiyên din dûr xistim. Ligel vê ez ji TV û çapemeniyê bêpar hatim hiştin. Ji bo bi girtiyên din re neyêm gel hev, dema ez dibirim hevdîtina parêzeran, dibirin cihê hevdîtina dûr a parêzeran. Nedihiştin bi kesî re bêm rû hev. Ji bo vê jî asteng bikin qutiyên platîk yên kulîlkan dixistin navbera cihê hevdîtinê. Pergaleke ku evqas ji me ditirse li pêş me ye.   Tîpên tecrîdê   Daxwaza min a ez derbasî cem hevalên xwe bibim hat redkirin. Parlamenteriya min ne asteng bû lê ji bo tenê bêm girtin hincet bû. Piştî 45 roj tecrîdê şûnde, ez sewqî Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê kirim. Li Tîpên F tecrîd bi teşeyên cuda pêk tê. Niha jî tîpên S hatin vekirin. Bêdeng bêdeng dipên. Piranî kesên cezayên giran girtine surgunî wir dikin. Pêkanînên tecrîdê li wir jî hene. Li gelek girtîgehan tecrîd bi awayekî fîîlî pêk tê.    Heta hucreya herî biçûk hewl didin tenê bihêlin   Li hinek girtîgehan girtyan wek girtî, hukumxwarî û yên cezayên giran girtine ji hev cuda dikin. Ji bo kes neyên gel hev li her girtîgehê tecrîd bi awayên cuda pêk tên. Armanc ne tenê astengiya fizîkî ye. Armanc ev e ku di navbera zîhnî û fikrî de asteng bikin. Dixwazin heta hucreya me ya herî biçûk tenê bihêlin.   Lijneyên şopandinê xwe dikin şûna dadgehan   Li hinek girtîgehan her tim cezayên hucreyan, cezayên sohbet, spor û têkiliyê tên dayîn. Bi qanûna înfazê ya dawî re pêkanîn veguherîne nêzîkatiyên kêfî. Lijneyên şopandinê xwe wek dadgeh dibînin û li gorî xwe biryaran didin. Bi biryarên didin înfaza gelek girtiyan şewitandine û nahêlin tehliye bibin. Jixwe ev kes di dadgehên dijhiqûqî de hatine darizandin û mehkûmkirin. Niha jî ev lijne mahkûm dikin.    Em dikarin tecrîda di zîhnê me de jî ava kirine bişkînin!   Ji ber tehemulê têkoşîna ku bi salane li girtîgehan tên dayîn, nakin, dixwazin tolê bi şewitandina înfazan bigirin. Van girtiyan li dijî pergala xwe siyaseta xwe û politikaya xwe wek tehdîd dibînin. Ji ber vê jî dixwazin îzolekirinê bidomînin, yanî pergala tecrîdê dirêj bikin. Ger em di meşandina têkoşîna maf de bi civakê re bên gel hev û têkiliya xwe ya xurt bikin wê demê em ê dîwaran hilweşînin. Ya herî girîng jî em dikarin tecrîda ku di zîhnan de tê avakirin bişkînin.   Em jin divê zêdetir hev bigirin   Em jinên ku vê têkoşîna bi maf dimeşînin, em pêşengên vê têkoşînê ne û bi hişmendiya ku azadiya jinê tunebe azadiya civakê tuneye divê em zêdetir hev bigirin. Li hemû cîhanê hemû deshtilatdarî ji têkoşîna jinan ditirsin. Naxwazin têkoşîna me bê dîtin. Ji ber vê jî em di hedefa desthilatdariyê de ne û dixwazin me heps bikin. Dixwazin rolan li me ferz bikin. Kujerên me xelat dikin û kujer li derve qetilkirina jinan didomînin. Ji ber vê jî divê em têkoşîna xwe mezin bikin.   Ji têkoşîna me jinan a ku me li hemû jiyanê hevpar kiriye ditirsin. Têkoşîna jinan, her çiqas ziman, ol û nîjad cudabe jî,  yek e.  Ji ber vê naxwazin ku ev yekitî bibe yekitiya civakî. Êrîşê têkoşîna me dikin, krîmînalîze dikin. Em jî bi vê hişmendiyê li her qadê bi biryar in ku têkoşîna xwe bilind bikin.   Ya tê darizandin rastiya gel e…   Der barê dosyayê de tiştekî zêde bê gotin tune ye. Ger mirov jinek siyasetmedar bin, muxalîf bin û hele ku Kurd bin bi doza kumpasê tên darizandin. Ger ev doz aydê salên berê bin û niha bibe rojev, ji bo vê ne hewceyî navekî be. Di dosyayê de hedefa esas a ku tê darizandin rastiya gel e. Vê darizandinê ne gel qebûl dike ne jî em kesên ku têkoşîna maf didin. Bi vê hişmendiyê em rastiya gel fêm dikin. Ev doza kumpasê ne ji aliyê gel ve hatiye qebûlkirin ne jî ji aliyê me ve. Ji ber vê jî ne pêkan e bigihêje serkeftinê. Girtina min vê rastiyê naguhere. Pêvajoya darizandinê didome. Der barê min de bi dehan fezleke hene. Dema mirov HDP’yî bin biaxivin her tişt dibe fezleke.    Ji bo jinan peyam   Girtina me yan jî negirtin tu tişt biryarbûna me ya di têkoşînê de naguhere. Ji bo jinan peyam: ger li dijî têkoşîna jinan êrîş hebe ev tê wateya ku em di têkoşîna xwe de mafdar in û nêzî serkeftinê ne. Ji ber vê ji bo pêşxistina têkoşînê û serkeftinê divê jin li hundir û derve têkoşîna xwe bikin yek û dawî li zîhniyeta serdest bînin.”