ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-09 09:00:00     *Hevseroka KCKD-E’yê Zubeyde Zumrut diyar kir ku wê li dijî tecrîdê xebatên wan bidomin û got: “Îmrali êdî ji bo me alarma sor e. Ger agahî neyê girtin ev alarma sor e, mijarek cidî ye. Dewlet hewl dide me fêrî vê rewşê bike lê em fêr nabin.” DÎMEN HEYE   *Li Kurdistanê di demên dawî de cenazeyên HPG’yiyan bi kargoyan, di qutiyan de tên şandin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê  bertek nîşanê rewşê dan û gotin: “Bi vî awayî dixwazin êşa malbatan teze bikin. Em êdî naxwaze cenazeyên parçekirî di qutiyan de bi kargoyan bên şandin.”  DÎMEN HEYE   * Kader Gulsun ya ji ber sedemên krîza aborî dest ji dibistanê berda wiha got: “Bila civak bibe xwedî hişmendî, bila bêdeng nemînin û biaxivin. Ji ber em bêdeng mane em di vê rewşê de ne.” DÎMEN HEYE