Lêgerîna 5 salan: Li hemû gorên bênav geriyam 2023-09-08 21:10:38   WAN- Sharîfa Panahî ku 5 sale li gora kurê xwe Ramîn Hosseîn ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin digere, di lorîna xwe ya li gora bêkesan de wiha got ya li ser gora bêkêsan wiha got: “Ez li hemû gorên bêkes geriyam lê min ya te nedît.”   Girtiyên siyasî   Ramîn Hosseîn Panahî bi girtiyên din yên Kurd Zanîar Moradî û Logmhman Moradî li girtîgeha Rajaî Shahr di 8’ê îlona 2018’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin.  Dayika Ramîn Hosseîn, Sharîfa Panahî 5 sale li gora kurê xwe digere.  Rejîma Îranê cenza her sê girtiyan neda malbatgê û li goristana bêkesan defin kirin. Cihê gorên her sê girtiyên siyasî nayê zanîn.    Sharîfa Panahî ku bi wesîleya salvegera kurê xwe çû goristana Qorveh, bi lorînê lêgerîna xwe anî ziman. Dayik  Sharîfa got: “Min tû nedîtî Ramîn;Bavê de jî ji heman lêgerînê ji nav me koç kir. Ez li hemû goristanên bêkesan geriyam lê min ya te nedît.”