Li girtîgeha Panosê li girtiyên jin îşkence hat kirin 2023-09-08 18:55:34   AGIRÎ- Li girtîgeha Tîpa L ya Panosê girtiyên bi navê Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer ji aliyê gardiyanên mêr ve hatin derbkirin. Li girtîgeha Tîpa L ya Panosê girtiyên bi navê Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer di 31’ê Tebaxê de îtîrazê hatina gardiyanên mêr a ji bo jimartinê kirin. Girtiyan diyar kirin ku mêr nikarin bikevin qada taybet a jinan û piştî bûyerê jinan xwest bi dozgeriyê re hevdîtinê bike. Lê hat redkirin. Jinan bûyer protesto kirin û komek gardiyanan a 40 kesî girtî nêzî 40 deqeyî derb kirin. Li gorî agahiyan girtî 4 saetan bi ben  hatine girêdan. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 4 saetan midûrên yekemîn duyemîn û sêyemîn yên girtîgehê li wir payîne û tehdîda ‘hun pirsgirêkên vir dibin der, hun bikin hûnê wisa bibin’ kirine. Hat hînbûn ku girtiyên jin birine nexweşxanê û dema birine di rîngê de bi porê wan girtine û kaş kirine, berovajî kelepçe kirine. Hat hînbû ku girtiyên mêr yên rewş protesto kirine jî, der barê wan de lêpisîn hatiye destpêkirin.