ROJEVA 08'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-08 09:00:00     * "Ya girîng ev e ku ev têkilî bi hişê hevpar yê jinê bê afirandinê. Bi hevjiyana azad re tê hedefkirin ku xwe bigihînin pîvanên mêr û jina ku tê xwestin. Pîvana esas a xwegîhandina hevjiyana sosyalîst, ekolojîk, xwe naskirine, parastina rêzdariya li hember xwe ye. Divê dest ji têkoşîna ji nûve xwe afirandinê neyê berdan. Firandina polîtîka zayenda azadiyê ye. Di navbera ahlaqê azadiyê û hişmendiya azadiyê de têkilî danîn, avakirina jiyana estetîke." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Kesên ku ji xwe re gotine 'em polis in' çûne mal û saziyên 16 rojnamegerên ku sala borî bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatibûn girtin û salek şûnde tahliye bibûn û rojnameger tacîz kirine. Rojnameger Safiye Alagaş der barê mijarê de axivî û da zanîn ku armanca wan ev e ku me bitirsînin û fikaran bi me re çêbikin. DÎMEN HEYE   *Jin der barê hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de axivîn û rexneyên xwe yên ji bo şaredariyên heyî kirin û bendewariyên xwe anîn ziman. DÎMEN HEYE   *Sekretera Jin a Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Funda Demîr Bozkurt, bal kişand ser helwesta guherîna pergala perwerdê û got: "Pergala perwerdê ji cemaat û tarîqatan re tê hîştin û bi vê awayî aliyê zanistî û laîk yê perwerdehiyê ji holê tê rakirin. Ev gavên biçûk ku tên avêtin me ber bi gumanan ve dibe. Em dikarin Rejîma Îranê û Efganîstanê wek mînak bidin."  BI DÎMEN