YJK-E’yê ji bo Mîhrîcana Çanda Kurd banga tevlibûnê kir 2023-09-07 19:58:10   NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Jinên Kurd a li Almanyayê (YJK-E), banga tevlibûna 31’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî Kurd û dostên Kurdan kir. Mîhrîcan wê 9’ê Îlonê li bajarê Frankfûrt Almanyayê destpê bike.   YJK-E’yê daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “31’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî îsal li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê be. Rengên cur bi cur ên çar parçeyên Kurdistanê wê bên nîşandan û bi her zimanî wê şahiya muzîkê çê bibe.”    Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatine diyarkirin: “Haya me jinên Kurd jê heye ku bi têkoşîna li dijî polîtîkayên bişaftin û qirkirinê, parastin û bipêşvebirina çandê û hiştina ji nifşên bê re çiqas giring e. Bi têkoşîn û rêxistinbûna hevpar a sih salên dawîn têgehên vîn û azadiyê ji bo me jinan watedartir bûn û kir ku em li rehên xwe yên dîrokî bibin xwedî. Em deyndarên Îdeolojiya Azadiyê û felsefeya Rêber Apo ne ku ji me re kirine diyarî. Lewma dibêjin qey ku tecrîdê giran bikin wê em jin bêyî Rêbertî bimînin. Hemû saziyên Ewropayê û saziyên qaşo demokrat dengê xwe ji kirinên antîdemokratîk ên Erdogan re nakin.   Em jinên YJK-E’yî bi şiara ‘Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye’ em ê roja Şemiyê tevli mîhrîcanê bibin. Em ê xwedî li berpirsyariyên xwe yên dîrokî bibin xwedî û tevlibûna mîhrîcana îsal zêde bikin. Di serî de tecrîd, em ê polîtîkayên bişaftin û qirkirinê yên bi her awayî bi hêz û birêxistinbûna xwe bi avê de bibin.”   Di dawiya daxuyaniyê de wiha gotin: “Ji vê wesîleyê me dest bi xebatên xwe kiriye û em ê mal bi mal biçin serdanê ku hemû jin tev li mîhrîcanê bibin. Me bang li hemû sazî û dezgehên demokratîk, dost û gelê me yê welatparêz ew e ku bibin piştevan da ku bibin bersiv ji bo tecrîda Îmraliyê.”