Baroyan piştgirî da Malbata Şenyaşar 2023-09-07 16:14:59       ENQERE - Baroyan piştgirî dan Nobeda Edaltê ya Emîne Şenyaşar a ku li ber Wezareta Edaletê li ser kursiya bi teker  çalakiya xwe didomîne.    Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê Parêstvan û xizmên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê yê parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Riha Ferît Şenyaşar ê ku bi birîndarî ji êrîşan rizgar bû Nobeda Edaletê ya ku ji Rihayê di roja 848'an de biribûn Enqereyê di roja 43'yan de  dewam kirin.    Emîne ji deriyê Dîkmen ê Meclisê bi kursiya bi teker û di dest wê de dowîza li ser "Edalet" nivîsandî ber bi Wezareta Edaletê ve çû.  Parlamenteê Partiya Çep a Kesk ê Çewlikê Omer Faruk Hulaku jî bi malbatê re çû ber Wezareta Edaletê. Lê careke din ji aliyê polîsan ve dora malabtê hat dorpêçkirin. Emîne Şenyaşar bertek nîşanî polîsan da û ji wan re got, "Biçin kujeran bibînin."    'Li dîrwarê nexweşxanê xwîna zarok û hevjînê min ma'   Emîne Şenyaşar a ku hat ber wezaretê got, "Îbrahîm Yildiz tu dewlet an hikûmetî tu çi yî. Xwîna zarokên min li erdê ye û ii dîwarê nexweşxaneyê xwîna zarok û hevjînê min ma. Bêwicdan. Kezeba min şewitî Halîl Yildiz hêvî dikim ku ya te jî bişewite.    Baroyan piştgirî da   Malbata Şenyaşar ku demekê li ber wezaretê sekinî bi hinceta "Wezîr ne li cihê xwe ye" carek din paşve hat vegerandin. Malbat ji wê derbasî Guven Parkê bû. Malbat li wê bi serokên Baroyên Wan, Êlih û Semsûrê re hevdtîin kir. Piştî hevdîtinan malbat vegeriya Meclisê.