49 darên zeytûn û gwîzê li Efrînê hatin birîn 2023-09-07 13:10:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên "Sultan Murad" û malbatên çeteyan 49 darên zeytûn û gwîzê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî birîn.   Çavkaniyekî ji herêmê diyar kir ku çeteyên "Sultan Murad" ên girêdayî dewleta tirk 30 darên zeytûnê û 4 darên gwîzê yên koçber Henan Şêxo yê ji gundê Qere Tepe yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî birîn.   Malbatên çeteyan jî 15 darên zeytûnê yên Şêx Mûsa Nasan ê ji gundê Qestela Kîşik ê girêdayî Şera birîne.   Artêşa tirk, komên girêdayî wê û malbatên komên girêdayî dewleta tirk, xwezaya Efrînê û cihên wê yên dîrokî xerab dikin, demografiya herêmê diguherin, da ku tev li xaka Tirkiyeyê bikin.