Cihê konferansa jinan a Partiya Çep a Kesk guherî 2023-09-07 13:10:14     ENQERE - Cihê konferansa Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk hat guhertin û dê Konferans li Navenda Çand û Perwerdehiyê ya Odeya Endeyzaryên Makîneyê bê lidarxistin.    Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk dê di 8-9’ê Îlonê de bi dirûşmeya “Em bi serhildan û rêxistinkirî azadiya xwe diparêzin” dê li Navenda Bazirganiyê Dunya ya Enqereyê bihata lidarxistin. Partiya Çep a Kesk ragihand ku ji ber pirsgirêkên teknîkê cihê konferansê guheriye û dê konferans di heman dîrokê de li Navenda Çand û Perwerdehiyê ya Odeya Endezyarên Makîneyê ya girêdayî TMMOB’ê bê lidarxistin.