Doza Kobanê: Di mutalayê de her tişt heye lê DAÎŞ tune ye 2023-09-07 13:09:45     ENQERE - Parêzerê siyasetmedar Sibel Akdeniz, Kenan Maçoglû di doza Kobanê de got, "Di mutaalayê de her tişt heye lê DAÎŞ tune ye. Wekî ku qet DAÎŞ’ê êrîş û komkujî nekiriye.”   Parêzer Kenan Maçoglû diyar kir ku di salên dawîn de Doza Kobanê wekî amûra hilbijartinê tê bikaranîn û got “Hilbijartinên herêmî hene. Beriya hilbijartinên herêmî wê dîsa li ser vê dosyayê biaxivin û hewl bidin partiyên siyasî mehkûm bikin.”   Rûniştina duyemîn a 31'emîn rûniştina doza Kobanê ku 18 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampusa Girtîgeha Girtî ya Sîncanê hat kirin. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tevlî rûniştinê bûn, siyasetmedarên li girtîgehên derveyî Enqereyê jî bi SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn. Serokên baroyên Mûş, Êlih, Semsûr û Wanê û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî tevlî rûniştinê bûn.   Parêzer Kenan Maçoglu, diyar kir ku dema dozger mutalaya xwe amade dikir, ji bilî lêkolîna rastiya maddî, doz weke lûtkeya pêvajoya kariyera xwe dibîne û got “Ji hilbijartinên 2018'an û vir ve, serokkomar gotinên xwe yên li ser hilbijartinê li ser 6-8’ê Cotmehê û li ser vê dosyeyê amade kiriye. Bi sloganên ‘Bila Selo were darvekirin’ coş da girseya xwe. Li pêşiya hilbijartinên herêmî, beriya hilbijartinên herêmî jî wê dîsa vê dosyeyê bîne rojevê û hewl bide partiyên siyasî mehkûm bike. Di mutalayê de her tişt heye lê DAÎŞ tune ye. Wekî ku DAÎŞ’ê qet êrîş û qetlîam nekiriye.”   Rûniştin taloqî 8’ê Îlonê hate kirin.