Doza 5 jinên siyasetmedar hat taloqkirin 2023-09-07 12:59:18     ENQERE - Ayla Akat Ata, Meryem Adibelli, Dilek Yagli, Pervin Oduncu û Ayşe Yagci yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên girtin, bi hinceta li qawişa xwe ava lîmonê çêkirine li wan doz hat vekirin. Rûniştina ewil a dozê hat taloqkirin.    Ayla Akat Ata, Meryem Adibelli, Dilek Yagli, Pervin Oduncu û Ayşe Yagci yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên girtin, bi hinceta li qawişa xwe ava lîmonê çêkirine bi îddiaya "Xistina alavên qedexe yên Mala Girtiyan û Saziya Înfazê" li wan doz hat vekirin. Îddianameya ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê yê 2'yemîn a Ankara Batiyê ji aliyê 11'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ve hat qebûlkirin.    Rûniştina ewil a dozê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Ankara Batiyê hat dîtin. Ji ber girêdana bi Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) ya li girtîgehê pêk nehat loma jî doz taloqî 20'ê Cotmehê hat kirin.