ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-07 09:00:00     *Demsala zivistanê nêz dibe û ji ber ambargoya Hikumeta Şamê ya li ser Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dikin welatiyên li van taxan nikarin amadekariyên xwe yên zivistanê bikin. Jinên li van taxan bertek nîşanî ambargoyê dan û gotin:"Ji ber ambargoyê em zehmetiyê dibînin. Sala borî ji ber vê rewşê du zarokî jiyana xwe ji dest dan. Tevî derfetên kêm meclîsa me ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo pêdiviyên welatiyên taxê, xebatên xwe didomînin."  DÎMEN HEYE   *2’emîn Kampa Havînê ya Tevgera Jinên Sosyalîst ya bi dirûşma ‘qanûn li kolanan tê nivîsîn berxwedanê mezin bike xwe rêxistin bike’ pêk hat de jinan xwe nas kir û di alî xwebûnê de îrade nîşan dan. DÎMEN HEYE   *Li Amedê amadekariyên zivistanê didomin.  Lê krîzê  bandor li van amadekariyan jî kir. Bihayên li ser tezgahan welatiyan dide zorê û ev rewş pêşî li amadekariyên zivistanê jî digire. DÎMEN HEYE   * Ji Însiyatîfa Gel Fatma Bostan Unsal têkoşîna edeletê ya Emîne Şenyaşar nixand û got: "Xwegîhandina edeletê wek sûc tê dîtin. Daxwaza dayika Emîne Şenyaşar wek sûc tê dîtin. Ev jî hîmê edeletê qels dike." BI DÎMEN