Di lehiyên li Stenbol û Kirklareliyê 7 kesî jiyana xwe ji dest dan 2023-09-06 19:58:26   STENBOL -  Di lehiya li Kirklarelî û Stenbolê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî winda ye. Her wiha 744 kargeh û 564 avahî jî di bin avê de man.    Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand ku di lehiyên li Stenbol û Kirklareliyê de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye. Yerlîkaya eşkere kir ku heya niha li Stenbolê 564 avahî û 744 kargehên di bin avê de mane û 172 wesayît jî zirar dîtine.   Alî Yerlîkaya diyar kir ku li Kirklareliyê ku kesek jiyana xwe ji dest daye, kesek windaye û xebatên lêgerînê didomin.