Walî û qeymeqam hewl didin pirsgirêka avê bixin stûyê şaredariyê 2023-09-06 19:53:02   ŞIRNEX - Çapemeniya alîgir bi nûçeyeke ku sûcê Îdareya Taybet a bajêr xist stuyê Şaredariya Silopiya ya HDP'ê, serwîs kir. Hevşaredar Adalet Fîdan bertek nîşan da û got: "Ji ber ku em bi qada ku ne di berprisiyariya me de ye berpirsyar nîşan dane em ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.”   Mezra Xirbok ya girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê ku 90 mal tê de ne û nifûsa wê ji 800 kesan pêk tê bi salan e bi pirsgirîka avê re rû bi rû ye. Gundê ku di fermiyatê de girêdayî Îdareya Taybet a Bajêr e, bi salan e bê av e û pirsgirêka wê ya avê nayê çareserkirin. Lê belê Şadariya Silopiyayê ji bo ku gund bê av nemîne bi tanekêran mal bi mal avê vedikişîne. Lê çapemeniya desthilatê çend roj beriya niha nûçeyeke bi navê “Şaredariyê gel bêav hişt” belav kir û xwest bi vê nûçeyê Şaredariya HDP'î reş bike. Çapemeniya desthilatê sûcê walî û qeymeqam xist stuyê şaredariyê.    Şandeya ku ji hevşaredarên Silopiya Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, rêxistina HDP’ê ya navçeyê û endamên meclisa şaredariyê pêkhatî çûn gund û bi gel re civiyan. Piştî hevdítina bi gundiyan re şandeyê li gund daxuyanî da çapemeniyê.    Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan diyar kir ku çapemeniya alîgir dest bi kampanyeke reş kiriye û got: “Ji pirsgirîka avê, ji pirsgirîka kanalîzasyonê yan jî ya çop ya gund  Îdareya Taybet a bajêr  berpirs e ji pêşkêşkirina her xizmeteke berpiryare. Em dizanin ku gundê me Xirbok û gundikên wê salek e pirsgirêka avê heye. Wan bi me re parve kirin ku çavkaniyên avê kêm bûne. Weke şaredariyê me ravekirina vê yekê bi gund bi xwe re parve kir. Em bi derfetên xwe hewl didin ji bo çareserkirina pirsgirêka avê  qasî ku ji destê me tê bikin. Ev hefteyek e ava gund bi temamî qut bûye. Av naherikin. Bi me re şêwirîn û em weke şaredarî ketin tevgerê. Tevî ku divê Rêveberiya Taybet a Bajêr  bi vê pirsgirêkê re mijûl bibe jî, me ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê xwe berpirsyar dît.Tankerên me yên avê ev hefteyeke her roj li gund geriyan û bi vê derfetê em alîkariyê dikin. Me peywirdarê teknîkê ji Amedê anî da ku xeta avê ya gund çêbike.  Me ji wir encam girt.”   ‘Walî û qeymeqam peywira xwe pêk nayne’    Adaletê anî ziman ku dê boriyeke avê ya 100 kîlometroyî bînin û wiha got: “Em ê boriyeke avê ya 100 kîlometroyî bînin. Em hewl didin pirsgirêka avê ya gundê çareser bikin. Yê ku li vir peywira xwe pêk naynin qeymeqam û Walî bi xwe ne. Ev gund salek e bi meseleya avê re rû bi rû ye. Heya îro diviyabû sondaj bihata kolandin, diviyabû alternatîf bihata dîtin. Butçeya van gundan ji  Îdareya Taybet a Bajaran de diçe . Ev hefteyek e av li gund nemaye, lê ji aliyê Rêveberiya Taybet a Bajêr  heta niha ti gav neavêtiye. Mafê wan tune ku vî gundî mehkûmî tîbûnê bikin. Qeymeqam û Walî  erkên xwe bi cih neanîn. Hin kes dixwazin weke kêmasiya şaredariyê nîşan bidin. Her çiqas qada me nebe jî, wekî şaredariya HDP'ê çawa ku heta niha alîkariya me kiriye em ê bidomînin."   Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavlûk jî nûçe derewand û ev tişt gotin: “Rêveberên ku her tim hewl didin şaredarî û fikrên me reş b bikin, îro bi heman armancê li gundên dest bi kampanyayê kirine. Tu hêz wê nekeve navbera me û gelê me de. Piştî îro jî em ê bi gelê xwe we re bin. Em bi hemû hêza xwe li cem gelê xwe ne. Ev kampanya qirêj ji aliyê gelê me ve jî hatiye teşhîs kirin.”