Ceza li rojnameger Nazila Maroofîan hat birîn 2023-09-05 11:17:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojnameger Nazila Maroofîan ku ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re kiriye heta niha 4 caran hat girtin, salek cezayê hefsê û 15 milyon tumen cezayê pere hate birîn.   Rojnameger Nazila Maroofian ji ber ku bi bavê Jîna Emînî re hevpyevîn kiriye, di 30’ê tebaxê de cara 4’emîn hate girtin. Li Nazila Maroofian a li Tehranê tê darizandin salek cezayê hefsê û 15 milyon tumen cezayê pere hate birîn.    Nazila Maroofian a ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve lêdan xwar, heta niha derbarê êrişkaran de tu kirarî nehatin kirin di 1’ê îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Rojnamevan di Girtîgeha Evînê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomîne.