5'ê Îlona 2021'ê: KASED hat vekirin 2023-09-05 09:01:23       Bi dirûşma "Huner ji bo her kesî ye" li Amedê Komeleya Wêjê, Çand û Huner a Jinan (KASED) hat vekirin. Komele ji bo piştevaniyê hat vekirin. KASED, armanc dike ku jin di qada çand, huner û wêjeyê de bê dîtin û bêtir bi berhemên xwe bên nasîn. Bi vekirina komeleyê re gelek jinan serî li KASED'ê dan.     Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:   1914: Arkeologa Amerîkî Hannah Wormington îro ji dayik bû. Hannah, di tevahiya jiyana xwe ya xebatê de li ser Paleo-Arkeolojiya Çermsoran nivîs nivîsandine.   1947: Li Maltayê jinan mafên bijartin û hilbijartinê bi dest xist. Di hilbijartinên yekem de du jin bûn namzed.   1987'an: Dîdar Şensoya ku li dijî îşkenceya li girtîgehan li ber meclisê dema di çalakiyê de bû polîsan êrîş kir û ji ber nexweşiya şekir jiyana xwe ji dest da di 5'ê Îlona 1987'an de hat definkirin. Dîdar Şensoya ya damezrînera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku li dijî îşkenceya li girtîgehan li ber meclisê dema 1'ê Îlonê di çalakiyê de bû polîsan êrîş kir û ji ber nexweşiya şekir jiyana xwe ji dest da li Stenbolê di 5'ê Îlona 1987'an de bi girseyî hat definkirin.   1990: Li Firansayê Dadgeha Bilind "Tecawiza di navbera hevjînan de" cara ewil nas kir. Jineke ducanî ya mêrê pê re zewicî tundî lê kiribû û tecawiz kiribûyê giliyê vî mêrî kiribû. Dadgeha Bilind têkiliya zayendî ya bê dilî jinê wekî tecawiz pênase kir.    2015: Li ser banga Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê jinên ku hatin gel hev li 14 bajaran ji bo aştiyê li kolanan man û gotin, "Li dijî qirkirinê, em di nobeta aştiyê de ne, em diqîrin."