Girtî li hundir malbat di riyan de bi mirinê re bi rû bi rû ne 2023-09-02 09:55:21     WAN - Dayika girtiya bi navê Leyla Atabay a 27 sal in girtiye, Ayne Atabay, diyar kir ku malbatên ku zarokên wan dibin girtîgehên dûr mexdûr dibin û got ev ji bo her du aliyan jî îşkence ye.   Li girtîgehan pirsgirêk her diçin giran dibin û yên pirsgirêkan dijîn ne tenê girtî ne, malbat in jî. Girtî bi hincetên cur bi cur surgunê bajarên dûr dikin û malbat jî di alî aborî û manewî de zehmetiyan dikşînin. Ev pirsgirêk demek dirêj e didome. Di rojên borî de malbata girtiyê siyasî Seyîthan Yaman ji bo hevdîtinê ji Mêrdînê çû girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê û di vegerê de qeza kirin. Di qezayê de dayik Garîbe Aslan jiyana xwe ji dest da.   Girtiya bi navê Leyla Atabay 27 sal in girtiye û nivîskara pirtûkên ‘Nasnameya konjonktorl’, ‘Mirovên xwe ji bîr dikin’, ‘Şikefta fîlozofiyê’ û ‘Ez bixwe û ya din’ e. Dayika wê Ayne Atabay der barê rewşa girtiyan de ji ajansa me re axivî.   Leyla Atabay  ji 1996’an de ye girtiye û cezayê muebetê lê hatiye birîn. 15 salan li girtîgeha Jinan a Mûşê dimîne. Piştre di 2011’an de surgunê girtîgeha Erziromê tê kirin. Du sal şûnde surgunê Bayburtê, piştre jî surgunê Elbîstanê tê kirin. Herî dawî jî surgunê girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê hat kirin. Ev salek e li girtîgeha Alanyayê ye. Dayika wê Ayne da zanîn ku ev çar sal in nikare biçe hevdîtina keça xwe û got divê girtî ji malbatên xwe dûr nebin.   Çar sal in nikar biçe hevdîtina keça xwe   Ayneyê da zanîn ku sê sal li Elbîstan û salek e jî li Alanyayê bi giştî 4 sal in keça xwe nedîtiye û got: “Dûr e, hevjînê min nexweş e. Ez jî nexweşa tansiyon û şekir im. Em di alî aborî û manewî de zehmetiyan dikşînin. He roj qeza dibin. Wan rojan dayikek çûbû hevdîtîna kurê xwe û qeza kir, jiyana xwe ji dest da. 27 sal in min gelek malbat nas kirin. Êşên mezin hatin kişandin. Em dixwazin aştî pêk bê û çareserî were.”   ‘Malbat zehmetiyan dikşînin’   Ayneyê diyar kir ku divê zarokên wan bên berdan û ev tişt bi lêv kir: “Girtiyên 30 sal in girtîne hene. Bila girtina wan neyê dirêjkirin. Em edeletê dixwazin. 30 sal in jixwe girtîne. Zehmetiyên mezin kişandine. Bila înfazên wan neyên şewitandin. Malbat zehmetiyan dikşînin. Em jî mirov in. Em tiştekî naxwazin. Em zimanê xwe dixwazin. Zarokên me ji bo vê ketin girtîgehan. Leyla 27 sal in girtiye. Di vê pêvajoyê de hikumetê gelek qanûn derxist û girtiyên edlî berdan. Lê girtiyên siyasî ji nedîtîve hat. 30 sal ceza li keça min birîn. Ji 18 saliya xwe de ye girtiye. Em dayik in. Em êşê dikşînin. Em nikarin biçin û bên. Telefonê vedike dibêje ez baş im. Min nabîne. Ez wê nabînim. Ez çi dibêjim ew jî dibêje em baş in.”   ‘Divê ev di qedera mirovan hebe gelo?’   Ayneyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku Leyla qet li Wanê nemaye û tenê li girtîgeha nêz Mûşê maye û wiha dirêjî dayê: “Em dixwazin bînin cihekî nêzîk. Em dikarin biçin. Derfetê me tune ne. Rê dûr e. Em şevekê di rê de dimînin. Em neçar in biçin otelê. Em neçar in di rê de bîhna xwe bidin. Em nikarin li balafirê siwar bibin. Tansiyonê min heye. Bila zarokên me bînin cihekî nêz. Ma ev divê qedera Kurdan de hebe gelo? Her tişt ne qeder e. Ev rewş ji bo her du aliyan jî işkence ye. Hem ji bo malbatê hem jî ji bo girtiyan îşkence ye.”   Ayneyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hemû desthilatdariyên hatine ji bo Kurdan gotine ‘li ber qedandinê ne’ û wiha dawî lê anî: “Darek ji kokê jî bê birîn ew dar dîsa şîn dibe. Naqede. Ev cîhan têrî me hemûyan dike. Di baxçeyekî de ji her rengî kulîlk hebe xweş e. Ji her ziman, reng û hebûnê hebe xweş e. Em tazî hatin vê dinê. Tiştek di destê me de tune bû. Ji her tiştî re dibêjin qeder e. Ez bi qedera destê xwe nehatim dinê. Li cîhanê edalet tiştekî pir xweş e.”