Em di şikandina tecrîd û têkoşînê de bi biryar in 2023-09-02 09:08:31     Elfazî Toral   STENBOL- Jin bi pêvajoya rêxistibûna nû re ber bi ‘Konferansa Mezin a Jinan’ ve diçin û yek ji rojeva wan ya girîng bi têkoşîna hevpar şikandina tecrîdê ye. Hedefa jinan eve ku li Stenbolê fikra Riya Sêyemîn mayînde bikin û têkoşînê xurt bikin.   Partiya Çep a Kes û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinên meha Gulanê û şûnde, ji bo pêvajoya nû hevdîtinên jinan, civînên gel û gelek bernameyên din yên ku gotina gel esas digirtin pêk anîn. Piştî van bernameyan di 25’ê Tebaxê de li Stenbolê li Otela Hîll a Taksîmê ‘Konferansa Mezin a Jinan’ pêk anîn û gelek mijarên rojevî hatin nîaşkirin. Yek ji vê jî tecrîda giran 24 sale li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandinê bû. Jinan ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê rê û rêbaz nîqaş kirin.   Xeta têkoşîna wan fikra Riya Sêyemîn e   Yek ji rojeva din ya jinan jî ‘herêmîbûn’ bû û bi vê hedefe jî hat diyarkirin ku wê di pêvajoyên pêş de bi jin û gelan re hevdîtinan pêk bînin û bên gel hev. Jinan diyar kirin ku ji bo mezinkirina têkoşîna jinê ya rêxistinkirî wê bi xeta fikriyata Riya Sêyemîn bimeşin û li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê  têkoşînek bênavber bimeşînin.   Jinên tevli konferansê bibûn ji ajansa me re axivîn û peyama ‘hedefa me şikandina tecrîdê ye. Bi siyaeta Riya Sêyemîn em dixwazin têkoşîna jinê mezin bikin’ dan.   Hedefa wan şikandina tecrîdê ye   Hevberdevka Rêxistinbûna Herêma Yekemîn a Stenbolê ya HDP’ê Besra Îşsever da zanîn ku bi civînên gel hinek amamdekariyên çareseriyê kirine û got: “Em gihiştin hinek biryaran. Li aliyê din jî tecrîd li ser Abdullah Ocalan wek polîtîkayekê pêk tê. Tecrîd li ser hemû civak û jinan jî mijara gotinê ye. Hedefa me ya esas şikandina tecrîdê ye. Ji ber vê rêxistibûna jinê girînge. Divê bi tevgerên jinan re xeta têkoşînê bê mezinkirin. Têkoşîna jinan ji bo me girînge. Ji bo rakirina tecrîdê têkoşîn pêwiste. Tevgerên jinan û rêxistinên jinan bikevin tevgerê wê tecrîd bê şikandin.”   Siyaseta Riya Sêyemîn çima girînge?   Besrayê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser pirgirêkên herî mezin ên Tirkiyeyê û got yek ji vê krîza aboriye û wiha domand: “Herî zêde jin ji vê bandor dibin. Ji bo vê me pêşniyarên çareseriyê danin holê û bi hev re tevdigerin. Ji bo vê em ê ji herêman dest pê bikin. Ji ber tenê jinên HDP û Partiya Çep a Kesk ji vê bandor nabin. Hemû jin ji vê bandor dibin.  Piştî van hilbijartinan me Meclîsa Jinan got ‘siyaseta Riya Sêyemîn’. Ji bo me siyaseta Riya Sêyemîn gelek girînge. Em behsa paradîgmayeke ‘Tirkiyebûnê’ dikin. Hedefa me ya herî mezin ev e ku bi vê fikriyatê têkoşîna jinan bê xurtkirin. Em ê tax bi tax, kolan bi kolan, li her derê bi jinan re bi rihê kolektif têkoşîna hepvar bimeşînin.”   ‘Perwerde girîngin’   Aysel Ozturk jî ku tevli konferansê bibû, girîngiya azadiya jinan girt dest û daxuyand ku jinan her maf bi têkoşînê bi dest xistiye û wiha dirêjî daye: “Jinên bi polîtîkayên çewisandin û zextan re tên rû hev divê zêdetir têkoşînê mezin bikin. Divê jin tu car nekevin bin zextan. Divê her cureyê perwerdê bigirin. Jina perwerdekirî zarokên perwerdekirî digihîne. Di vê mijarê de li herêman ji bo jinan perwerde şert e. Divê perwerdehiyên ku hişmendiya jinan zêde dikin pêk bên. Divê jinên me bi rêxistin û perwerdekirî bin. Divê ciwanên me jî bi heman awayî perwerdê bibînin. Li dijî van polîtîkayan divê em xwedî hişmendî û xurt bin.”   Di hilweşandina tecrîd û deshilatdariyê de bi biryarin   Hevseroka HDP’a Gungorenê Nefîse Eren jî balkişand ser tecrîdê û bi lêv kir ku wê hem bi hev re tecrîdê bişkînin û hem jî li dijî polîtîkayên desthilatdariyê tora têkoşînê mezin bikin. Nefîseyê wiha dawî lê anî: “Em jin li vir hatin gel hev. Em ê tecrîd û desthilatdariyê hilweşînin. Her tişt di destê jinan de ye. Jin her tiştî dizanin. Ev desthilatdarî bi kuştinên jinan di rojevê deye. Em ê li dijî dijminahiya jinê têkoşîna xwe mezin bikin.”    Hevseroka HDP’a Başakşehîrê Antîke Tarhan jî diyar kir ku yekane riya li dijî êrîşên desthilatdariyê eve ku xwe bigihînin gel û gel guhdar bikin û got: “Em ê malbatên xwe esas bigirin. Me civîn kirin û me encamên wê hemû nîşe girtin. Hemû têkoşîna me li ser zimane. Divê perwerda bi zimanê dayikê hebe. Divê tecrîd bê şikandin.  Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin. Ji bo şikandina tecrîdê têkoşîna jinan ferz e.”