ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN 2023-09-02 09:00:00   *Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Şirnexê Newroz Uysal, der barê qirkirina xwezayê de axivî û anî zima ku xweza bi destên kesên alîgirên dewletê û sermayedaran tê wêrankirin. Newroz, bi lêv kir ku li dijî vê talanê çareserî pergale ekolojîk a demokratîk an jî civaka ekolojîk a demokratîk e.DÎMEN HEYE   *Qeyûm di sala 2016'an de, tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin. Ev 7 sal in bi destê desthilatdariya AKP-MHP'ê polîtîkayên cur bi cur dimeşîne. Hilbijartinên ku wê 31'ê Adara sala 2024'an, dê bê çêkirin nêzîk dibe. Jinên li navçeya Farqînê ya Amedê dijîn ji bo hilbijartinê û polîtîkayên qeyûman nirxandin kirin. DÎMEN HEYE   *Ji aktîvîstên mafên jinan Mursal Ayar, diyar kir ku jinên Afgan di şerekî mezin de ne û wiha vegot: “Ev şerê li dijî newekheviya zayendî û zext û zorên Talîban in. Ji bo jin bigihêjin azadiya xwe, vegerin jiyanê, divê Talîban bê tûnekirin. Wekê din alternatîf tûneye.”   *Jin bi pêvajoya rêxistibûna nû re ber bi ‘Konferansa Mezin a Jinan’ ve diçin û yek ji rojeva wan ya girîng bi têkoşîna hevpar şikandina tecrîdê ye. Hedefa jinan eve ku li Stenbolê fikra Riya Sêyemîn mayînde bikin û têkoşînê xurt bikin. DÎMEN HEYE   *Dayika girtiya bi navê Leyla Atabay a 27 sal in girtiye, Ayne Atabay, diyar kir ku malbatên ku zarokên wan dibin girtîgehên dûr mexdûr dibin û got ev ji bo her du aliyan jî îşkence ye. DÎMEN HEYE   *Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan dê di hefteya 760'emîn a çalakiya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan (Bağlar) ya Amedê bên cem hev. (11.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo girtiya bi nexweşiya giran Muhlise Karagûzel di hefteya 597'an a "Rûniştina F" de dê li ber avahiyên komeleyê civîna çapemeniyê li dar bixe.  (13.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Wanê û Îzmîrê dê ji bo piştevaniya bi Dayikên Şemiyê/Mirovan re daxuyaniyê bide. (12.00)   *Li navenda bazara Wanê bi beşdariya wekîlên Wanê yên Partiya Çep a Kesk wê serdana esnafan bê kirin. (13.00)   * Di çarçoveya projeya "Ji vir binere" ya ji aliyê KASED'ê ve dê li Şanoya Bajêr a Amedê çalakî bê lidarxistin. (18:00)