Heyeta çû Çamîlî lêkolîn kir 2023-09-01 20:32:29   WAN – Li gundê Çamîlî ya navçeya Qelqelî ya Wanê di bombebaran hatibû jiyîn û heyeta ji partiyên siyasî pêk dihat çû gund û lêkolîn kirin.   Li gundê Çamîlî ya Qelqelî ya Wanê di êrîşa hatibû jiyîn de 2 kesî jiyan axwe ji dest da û sê kes hatin binçavkirin. Partiya Demokratîka  Gelan (HDP), partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamenterên partiya Çep a Kesk Gulcan Kaçmaz Koçyîgît, Zulkuf Uçar, Gulderen Varli û Mahmut Dundar, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes çûn gund û lêkolîn kirin. Heyeta çû gund, di encama lêkolînên kirin de tepîtkirin ku du kapsulên gazê şewitandî hatine dîtin û li ser cîp hatiye dîtin.  Di dîmenên duh hatin ekişandin de  xanî bi çekan hatine gulebarankirin û di lêkolînên îro de şopa tunebûna guleyan balkişand.   Parlamenter Zulkuf Uçar li wir axaftine kir û da zanîn ku li ser operasyona pêk hatiye saetên êvarê de hatiye gund û got: “Têketina gund de ekîbên cendermeyan ketin qedexe kirin. lê li ser agahiyên me girtin du welatî li gund hatibûn înfazkirin û du heb jî hatibûn binçavkirin. Vê sibehê jî welatiyek hat binçavkirin. Du welatî bi bombebaranê hatin înfazkirin.Em gihiştin gund û mixabin di encama lêkolînan de înfaz pêk hatiye. Em ê şopdarê vê operaysona qirêj bin.”    Piştî lêkolînê heyet ji gund veqetiya.