‘Divê demildest dawî li tecrîdê bê anîn’ 2023-09-01 18:42:17   STENBOL- Hevseroka MA TUHAYDER’ê Dîlek Demîr diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandor li hemû girtîgehan kiriye û bang li wezareta dadê kir ku demildest dawî li binpêkirina mafan û polîtîkayên tecrîda giran bînin.   Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MA-TUHAYDER), der barê girtiyê bi navê Şakîr Turan yê di 30’ê tebaxê de li girtîgeha Tîpa L ya Erzîncanê jiyana xwe ji dest da û binpêkirina mafan de li avahiya komeleya Fatîhê daxuyaniyek dan.   Bang li wezareta dadê kir   Hevseroka MA TUHAYDER’ê Dîlek Demîr daxuyanî xwend. Dîlekê  da zanîn ku bi polîtîkayên tecrîdê re binpêkirina mafan giran bûye û got ev binpêkirinên mafan girêdayê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah ocalane. Dîlekê da zanîn ku tecrîda li ser Abdullah ocalan bandor li ser hemû girtîgehan kiriye û wiha got: “Girtiyên nexweş yên nayê berdan jiyana xwe ji dest didin. Berpirs wezareta dadê û rêveberên girtîgehane. Girtîgeh vguherîne navendên sûc. Em bang li wezareta dadê dikin. Divê demildest peywira xwe bînin cih û dawî li binpêkirina mafan bînin. Em ê heta dawî şopdarê geşedanan bin.”