Li Enqere û İzmîrê daxûyaniyên 1'ê îlonê 2023-09-01 18:40:43   NAVENDA NÛÇEYAN- Bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn. Di dxuyaniyan de balkişandin ser bandora tecrîdê ya li ser civakê, bandora şer a li ser jin û zarokan, binpêkirinên mafan û pirsgirêkên koçberkirinê.   Bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn.   Enqere   Li Enqereyê Hêzên Ked û Demokrasiyê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ber avahiya şaxa Enqereyê daxuyanî da. Hevserokê ÎHD’a Enqereyê  Omer Faruk Yazmaci daxuyanî xwend.   ‘Herî zêde jin û zarok zirarê dibînin’   Faruk da zanîn ku bi armanca  jiyaneke aştiyane û bê şer hatine gel hev û da zanîn ku aştî mafê hemû mirovane û wiha domand: “Li seranserê cîhanê şer û pevçûn encamên trajik yên mirovahiyê derdixin holê. Bi taybet jî bandorek mezin li ser jin û zarokan dikin. Jin û zarok zirarên mezin dibînin. Ji ber şer bi hezaran kes di riyên koçberiyê de jiyana xwe ji dest didin. Di neçareseriya pirsgirêka Kurd de jî feraseteke rejîma otorîter tê afirandin. Di encama vê de jî bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatine girtin. Tecrîdê civak bêzar kiriye. Rakirina tecrîdê wê pêşiya çareseriya hemû pirsgirêkan veke.”  Îzmîr   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) rojên îna ewil ya her mehê Nobeta Aştiyê pêk tîne û vê mehê jî pêk anîn. Nûnenerên Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Kesên Xizmên Xwe Windakirine yên Anatolyê (ANYAKAYDER) Baroya Îzmîrê, Konfederaysona Sendîka Kedkarên Cemawerî, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), ÎMECE-DER, Nûnerên Weqfa Aştiyê û rêveberên HDP û parlamentera Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Burcugul Çubuk tevli bû.   Sekreterê ÎHD’a Îzmîrê Bariş Şik axivî û diyar kir ku di sedsala dawî de di şerên hatine jiyîn de bi mîlyonan kesî jiyana xwe ji dest dane û bi milyonan birîndar bûne. Bari saz anîn ku ew wek ÎHD’ê ji bo aştî pêk bê çi ji destê wan bê wê bike.   Çalakiya zincîra mirovahî   Li Îzmîrê di çarçoveya bernameyên Roja Aştiyê ya Cîhanê de Çalakiya Zincîra Mirovahiyê pêk hat. Hevserokê ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê daxuyanî xwend. Hevberdevkê partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, parlamentera Partiya Çep a Kesk Burcugul Çubuk û Gulîstan Kiliç Koçyîgît tevli bû.   Alî  Aydin axivî û da zanîn ku Tirkiye di alî dewlemendiya çandî olî, etnik û çandî de dewlemende û pirsgirêka herî esas a Tirkiyeyê pirsgirêka demokasiyê û pirsgirêka Kurde.  Alî balkişand ser tecrîda li Îmraliyê û da zanîn ku divê tecrîda Îmraliyê demildest bidawî be.   Bername bi stranên Koma Muzîkê ya Praksîs û hunermend Kasim Taşdogan bidawî bû.