Nobeda Edaletê di roja 37'emîn de ye 2023-09-01 15:49:26       ENQERE - Dîsa ji Emîne Şenyaşar a ku ji bo Nobeda Edaletê bi kursiya bi tekelek hat ber Wezarata Dadê hat gotin "wezîr ne li saziyê ye".    Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbatê, di roja 846’emîn de nobeda xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobeda li pêşiya Wezareta Dadê di roja 37’an de berdewam kir. Parlamentera CHP'ê ya Stenbolê Turkan Elçî tevlî Nobeda Edaletê bû.    Emîne, Ferît û Turkan çûn ber Wezareta Edaletê. Malbatê dîsa xwest bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike. Ewlekarê li derve ji Malbata Şenyaşar re got Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ne li saziyê ye.    'We kesên hov kirin wekîl'   Emîneyê li ber wezaretê hêsirê xwe barand û got:"Ji bo mirovan bikujin hûn wan dikin parlamenter. Êdî bes e bila lawê min berdin. Berdin ez jî herim mala xwe ez emeliyat bibim. We yên din kirin mezel vîya berdin. Qeydên dîmenan derxin binêrin bê çi heye. Çima qeyd tên veşartin. Tu hukumet î tu dewlet î tu qeydan vedişêre. We nexweşxane boyax kir we qeyd jêbir. We kesên hov kirin wekîl. Van hovan li nexweşxaneyê malbata min kuşt. Çima hûn vî gunehî dikin. Çima ?"