Roja Aştiyê ya Cîhanê: Li dijî siyaseta şer em ê têkoşînê bidomînin 2023-09-01 12:03:48   NAVENDA NÛÇEYAN  HDP, Partiya Çep a Kesk, DBP û TJA'yê û gelek sazî û rêxistinên sivîl bi munasebea 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî dan.  Di daxuyaniyan de hat gotin ku tecrîda li Îmraliyê li her derê hatiye belavkirin û hat gotin:"Li dijî siyaseta şer em ê têkoşîna bi rûmet bidomînin."   HDP, Partiya Çep a Kesk, DBP û TJA'yê bi munasebea 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li ber avahiya HDP'ê li Wanê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterên Partiya Çep a Kesk, HDP û rêxistinên Partiya Çep a Kesk, her wiha gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de hat gotin tecrîda li Îmraliyê li her derê hatiye belavkirin û hat gotin:"Li dijî siyaseta şer em ê têkoşîna bi rûmet bidomînin."   Di daxuyaniya lê pankarta "Aştî jiyan e" hat vekirin de metna çapemeniyê ji aliyê Hevserokê DBP'ê yê Wanê Harun Okay hat xwendin.    'Siyaseta şer Roboskî ye'   Harun da zanîn ku siyaseta şer li tevahiya jiyanê dibe sedema penaberiyê û got li ser sînorên dewlet netewê li bin dîwarên bilind dibin mirov birîndar dibin û dimirin. Harun da zanîn şerekî ji Efrînê heta Rojhilat ji Rojhilat heta Şengal û Mexmûrê dewam dike û bi şerî bi milyonan kes ji cih û warên xwe dibin. Harun got siyaseta şer Roboskî ye.    'Em li dijî vê pêvoyê ne'   Harun da zanîn sîvîl bi SÎHAYAN tên darizandin û tên înfazkirin û got kampên penaberan tên bombebarankirin, bi hinceta ewlehiyê daristan tên şewitandin, ev pêvajoya gefê li aştiya mayinde dixwe.    Peyama têkoşîna li dijî tecrîdê hat dayin    Harun da zanîn yek ji mijara herî girîng a Rojhilata Navîn meseleya kurd, şer û tecrîd e û got tecrîda li Îmraliyê li her derê hatiye belavkirin, li dijî siyaseta şer em ê têkoşîna bi rûmet bidomînin.   Colemêrg   Hêzên Demokrasî û Aştiyê, di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li ber ÎHD'a Gevera Colemêrgê daxuyanî dan. Parlamenterê Pariya Çep a Kesk yê Colemêrgê Vezîr Parlak û Onur Duşunmez, nûnerên şaxên ÎHD, OHD, KESK, DÎSK û TMMOB', HDP, DBP, Paritya Çep a Kesk, Meclisa Dayikên Aştiê û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.  Di daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî Aştî" û "Ji şer re na aştî hema niha" hatin berzkirin.    Daxuyanî ji aliyê Rêveber ÎHD'ê ya Colemêrgê Pinar Şen ve hat xwednin. Pinarê bal kişand ser endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku di 22'yê Tebaxê de dema çûn îfadê bidin û li vegerê jiyana xwe ji dest dan û wiha got, "Muameleya xirab a dijhiqûqî li hemberî dayikan bû sedem ku dayik jiyana xwe ji dest bdiin. Di vê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku me diyarî Dayikên Aştiyê yên jiyana xwe ji dest dan kir de  em careke din dibêjin aştî û têkoşîn."    Piştî daxuyaniya ku bi dirûşman bi dawî bû nûnerên Saziyên Sivlî û Partiya piştî daxuyaniyê çûn serdana malbatên Dayikên Aştiyê Perîşan Akçelîk û Adalet Safali ku jiyana xwe ji dest dan.   Mêrdîn   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Rêvebera ÎHD’a Mêrdînê Hîcran Erdînç daxuyanî da û got bi wesîleya rojê ew carek din bi dengek berzkirî daxwaza xwe ya aştiyê tînin ziman û ew dixwazin polîtîkayên aştiyê ku dawî li yekperestiyê, nijadperestiyê, cihêkirinê û nefrete tîne bikeve dewrê û got: “Em bang li desthilatdariya Tirkiyeyê dikin ku dawî li polîtîkaya xwe ya tecrîdê ku li ser aştiyê disepîne bîne. Heta aştî pêk were em ê têbikoşin.”    Êlih   Bi pêşengiya Şaxa ÎHD’a Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney daxuyaniyek girseyî hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Çep a Kesk Zeynep Odûncû, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên 48 rêxistinên sivîl û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. Bi çar zimanan dovîzên “Aştî” hatin hildan û pankarta “Aştî mafê mirovan e, aştî teminata mirovahiyê ye, bijî aştî” hat vekirin û beşdaran pêşmalkên spî li xwe kirin. Hevseroka ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyanî da û got ew ê di her şert û merci de dawa aştiyê bikin.    Dayika Aştiyê Kamîle Şîmşek jî got ku heta ku ew aştiyek bi rûmet ava bikin dê têkoşîna xwe ya bo aştiyê bidomînin.    Piştî daxuyaniyê li ser navê aştiyê kevok û pifdank hatin firandin. Piştî daxuyaniyê 10 deqîqe nobeda aştiyê hat girtin û çalakî bi dawî bû.    Mugla   Xelkê gundê Akbelenê ya bi ser navçeya Mîlasa Mûglayê ve li dijî birîna daran çalakî li dar dixin û li ber xwe didin jî bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî dan. Ramazan Akgul û Melîs Tantan daxuyanî xwendin û xwestin li dijî şer, kuştin, talankirina xwezayê, feqîriyê û koçberiya bi darê zorê aştî bikeve meriyetê.    Hatay    Şaxa ÎHD’a Îksenderûnê jî li Parka 1 Saglikli Yaşam daxuyanî da çapemeniyê. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Ji şer re na! Bila aştî niha pêk were” hildan. Hevserokê ÎHD’a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk daxuyanî xwend û xwest dawî li polîtîkaya şer were anîn û tecrîda ji ser aştiyê bê rakirin.    Enqere      Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê 13’emîn Nobeda Aştiyê ya her roja înê ya ewil a mehê diyarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kir û li avahiya xwe daxuyanî da. Pankarta “Divê aştî niha pêk were” hat daliqandin û rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol, Hevseroka HDP’a Îzmîrê Pakîze Sînemillîoglû û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç daxuyanî xwend.