‘Heta Birêz Ocalan li Îmraliyê be aştî pêk nayê’ 2023-09-01 09:05:27     Melek Avci   ENQERE - Yek ji parêzerê heyeta tecrîdê ya navneteweyî Paula Martînez da zanîn ku tecrîd li dijî hemû kesên têkoşîna azadiyê dide ye û wiha vegot: “Tecrîdê nîşan daye ku Tirkiye dewleteke ku hemû hiqûqê ji holê radike ye.  Heta ku Birêz Ocalan li Îmraliyê bê girtin, avakirina riyeke aştiyane ne pêkan e.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmrailyê di bin şertên giran yên tecrîdê de tê girtin, ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha tu agahî jê nayê girtin. birayê wî Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç, bi daxwaza hevdîtinê her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan lê tevî vê bi hincetên ‘cezayê dîsîplînê’ daxwaz hatin redkirin û carnan jî qet bersiv nehat dayîn. Ligel vê CPT’yê jî rapora Îmraliyê ya şandiye Tirkiyeyê hîna aşkera nekiriye.   Yek ji parêzerê heyeta tecrîdê ya navneteweyî Paula Martînez der barê tecrîda giran û helwesta saziyên navneteweyî ya li dijî tecrîdê nirxandin kir.   ‘Tecrîda li ser Kurdan giran bû’   Paula da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin pêşî li pêvajoya çareseriyê digire. Paula wiha dirêjî daye: “Ev tecrîd nîşan dide ku Ocalan li ser gelê Kurd glek bi bandore. Bêguman tenê bi vê sînor nîne. Paradîgmaya wî ya siyasî ya der barê Rojhilatê Navîn de ji ji aliyê gelek nûnerên siyasî yên welatên cuda piştgiriyê dibîne. Ji ber vê jî astengkirina hevdîtinan, ne tenê der barê rewşa wî ya fîlî de ye. Di heman demê de astengkirina pêşketina pêvajoya çareseriyê  ye.”   ‘Li hember hemû kesên têkoşîna azadiyê dide ye’   Paula daxuyakirin ku li Tirkiyeyê hiqûq bi giştî ji holê rabûye û bi tecrîdê hemû aliyên têkoşîna azadiyê didin tên cezakirin. Paula gotinên wezîrê dadê yên wekê "binpêkirina maf tûne ye" nirxandin û ev tişt anî ziman: “Di vê nokteyê de tê dîtin ku dewleta Tirk dewleteke ku hiqûq bi giştî ji holê rakiriye. Pîvandina demokrasiya vî welatî bi nêzîkatiya li hember girtiyan tê dîtin. Dema mirov li van qadan dinêrin binpêkirina mafan aşkera tê dîtin. Hemû kesên têkoşîna azadiyê didin dibin hedef.”   ‘Ji bo berjewendiyan bêdeng dimînin’   Paula da zanîn ku girtina Abdullah Ocalan veguhertine lîstikekê wiha anî ziman: Hikûmetên kapîtalîst berjewendiyên xw derdixin holê û li dijî tecrîdê bêdeng dimînin. Tirkiye ji bo hemû têkoşînê ceza bike, girtina Birêz Ocalan veguhertiye lîstikekê û li aliyê din jî pergala dîktatoriyê dimeşîne. Bêdengiya qada navneteweyî jî ji ber berjewendiyên xwe bêdeng e. Belê Tirkiye vê rewşê wek riya cezakirina tevgera Kurd bi kar tîne. Lê di heman demê de wek riya ku hemû nifûsa Tirkiyeyê bike bin kontrolê dibîne. Mînak dibêjin ‘hun ji bo azadiyê hewl bidin hunê bibînin çi dibe’.Bi vê yeke hewl dide ku rola Abdullah Ocalan ya li ser gelan bê veşartin û neyê nasîn.  CPT hat Tirkiyeyê û CPT dibêje rapora wan ancax welat li hev bikin dikare bê aşkerakirin. Lê CPT dikare li gorî biryara ji 3’an 1 a endamên komîteyê ya xala 10\2 parve bike.”   ‘Sazî li ser zext û sermayeye hatin avakirin’   Paula dsetnîşan kir ku saziyên navneteweyî ne li ser hiqûqê li ser sermaye û zextên serdest hatine avakirin û di vê mijarê de jî ev nirxandin kir: “Ji ber saziyeke xweser ya van xalan pêk bîne û vê bikin jiyanê tûne ye, peyman piranî tenê li ser kaxizand imînin. Pir caran tenê li ser kaxizan dimînin. Belê pêk nehatina xalênCPT’ê zirarê dide baweriya bi CPT’ê. Ji ber vê jî sazî ne li ser hiqûqê li ser sermaye û zexta serdestiyê tên avakirin.”   ‘Heta ku Ocalan li Îmraliyê be aştî pêk nayê’   Paula bi lêv kir ku ger riyeke nû bê avakirinê ev ji Îmraliyê derbas dibe û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Rewşa jeopolitik a Kurdistanê, berjewendiyên aborî yên sermaya navneteweyî, rola parastinê ya herêmê ya li Tirkiyeyê hatiye barkirin. Ev cezayê giran tenê der barê kapasîteya çareseriya rewşa Rojhilata Navîn ya Abdullah Ocalan nîne. Ji ber parastina bê îstîkrariya herêmê xizmetê ji berjewendiyên kapîtalîst re dike, hêzên navneteweyî naxwazin ev rewş çareser bibe.  Lê heta ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê girtîbe,  riyeke aştiyane nikare bê avakirin û ev ne pêkane.Divê her kes pêşniyarên CPT cidî bigire. Ger ku li dijî vê zilmê deng neyê derxistin, tê vê wateyê ku hun jî hevkarên vî sûcîne. Ez bang dikim ku bila tu kes nebe hevkarê vê pêkanîna dijmiovahî.”