ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-01 09:00:00     *“Pergalên serdest hevjiyan wek qada ‘jiyana taybet’ pîroz dîtine û heqîqeta civakî hatiye berovajîkirin. Di esasê de cemawerî wek taybet, taybet jî wek cemawerî fêm kirin zêdetir li gorî xwezaya civakê ye. Têkiliya di hevjiyanê de, bandorê li hemû têkilkiyên civakî û gerdunî dike. Dûrûtiya herî mezin a şaristaniyê,vê têkiliya gerdûnê tenê wek yek hêman dihesibîne. Sedema bênirxbûn û bêfedebûna herî mezin a zanînê jî ev e.”NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   * Jina bi navê Hurriyet Tanyelî ya ku li taxa Cevdetpaşa ya navçeya Rêya Armûşê rûdinê, boriya wan a avê teqiyaye û av diherike taxê. Hurriyetê, destnîşan kir ku çend caran li VASKÎ geriyane lê nehatine ev pirsgirêk çareser nekirine û bertek nîşanî sersariya VASKÎyê da. DÎMEN HEYE   *Yek ji parêzerê heyeta tecrîdê ya navneteweyî Paula Martînez da zanîn ku tecrîd li dijî hemû kesên têkoşîna azadiyê dide ye û wiha vegot: “Tecrîdê nîşan daye ku Tirkiye dewleteke ku hemû hiqûqê ji holê radike ye.  Heta ku Birêz Ocalan li Îmraliyê bê girtin, avakirina riyeke aştiyane ne pêkan e.”    *Girtiya nexweş Saîme Afşîn a ku cezayê muebeta giran û 48 sal û 8 meh ceza lê hatiye birîn, ‘dermankirina li revîra girtîgehê’ lê tê ferzkirin. Parêzeran serî li DDB’ê dan lê ev saleke bersiva wan nayê dayîn. Saîme tevî hemû polîtîkayên îşkenceyê têkoşîna xwe didomîne.