Li Mûşê mirina biguman a jinekê 2023-08-31 18:24:13   MÛŞ - Li Melezgîr a Muşê jina bi nave Gulsum Erkan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.   Li gundê Adaksu ya navçeya Melezgîr a Muşê jina bi navê Gulsum Erkan bi guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatine girtin sibeha 30’ê Tebaxê de zarokên Gulsumê dayika xwe li malê nabînin û li dayika xwe digerin. Hat îdiakirin ku Gulsumê li axurê nêzî mala xwe întîxar kiriye.   Cenaza Gulsumê rakirin Nexweşxana Dewletê ya Melezgîrê û ji bo otopsiye şandin Erziromê. Piştî otopsiye cenazeya wê li gundê Adaksu hat definkirin.    Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.