Li Wanê ji bo daxuyaniya 1'ê Îlonê bang hat kirin 2023-08-31 13:49:35     WAN - Şaxa ÎHD’a Wanê bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xelk vexwend daxuyaniya sibehê dê bê lidarxistin.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) a Wanê bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Wanê dê sibehê daxuyaniya çapemeniyê ku li dar bixe, banga beşdariyê kir. ÎHD’ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û pankarta bi nivîsa “Em aştiyê diparêzin. Em roja aştiyê ya cîhanê diyarî hemû dayikên ku di oxira aştiyê de canê xwe dane dikin” hat daliqandin. Serokê ÎHD’a Wanê Firat Durmaz diyar kir ku xwestina aştiyê mafekî mirovî ye û wiha got: “Nêzîkatiya bingehîn a ÎHD’ê ku parve dike li ser vî esasî ye. Mafên mirovan li ser bingeha azadiyan û aştiyê ye. Yanî heke îro di nava civakekê de, di nava neteweyekê de, li welatekî heke kes û aştî azad bin wê bibe avakirina hîmên aştiyê. Aştî bingeha azadiya kes, azadiya mal û milkên xelkê, azadiya mafên çandî, azadiya civakê, azadiya zimanê civakê ye.”    Firat diyar kir ku ew ê sibê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Parka Mûsa Anter daxuyanî bidin û xelkê Wanê hemû vexwend daxuyaniyê.