Dayikên Şemiyê: Çi bi windayên me hat? 2023-08-31 11:36:33       STENBOL - Dayikên Şemiyê, di çarçoveya 30'ê Tebaxê Roja WindakirinA Bi darê Zorê ya Navneteweyî de, bi  QR koda ku li ser çîrokên 31 kesî hebûn a bi pirsa "Çi bi zarokên me hat?" Afîşek çêkir.   Dayikên Şemiyê ku ji 27'ê Gulana 1995'an û vir ve bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, aqûbeta wan bê eşkerekirin, berpirsyar bên darizandin" têdikoşin, duh danê êvarê li gelek kolanên navçeya Beyoglûyê xebatên afîşan kirin. Di çarçoveya 30'ê Tebaxê Roja Windakirinên Bi Zorê ya Navnetewî de ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin de li gelek kuçeyên navçeya Beyogluya Stenbolê xebatên afîşan kirin. Di afîşên ku hatin daliqandin de “Stenbol me windayên te ji bîr nekirin”, “Çi bi windayên me hat?”  Koda QR ya ku çîroka 31 kesên di navbera salên 1936-1995'an de li Stenbolê bi zorê hatin windakirin vedibêje cih girtin.   Kesên ku çîrokên jiyana wan têne vegotin   Navê 31 kesên ku çîroka jiyana wan di koda QR’ê de hatiye vegotin wiha ye: Salîh Bozîşik ê di sala 1936’an de bi darê zorê hat windakirin, Alî Kayahan, Hayrettîn Eren, Nurettîn Yedigol, Silêman Cîhan, Mustafa Asım Hayrullahoglu, Maksut Tepeli, Yusuf Erîştî. Huseyîn Toraman  Ayhan Efeoglû, Husamettîn Yaman, Soner Gul, Halîl Alpsoy, Hasan Gulûnay, Alî Kirgınli Erdogan Şakar, Alî Efeoglû, Behçet Canturk, Recep Kuzucu, Cuneyt Aydinlar, Fevzî Aslan - Salîh Aslan, Savaş Buldan - Adnan Yildirim - Hacî Karay, Lûtfiye Kaçar, Îsmaîl Bahçecî, Ridvan Karakoç, Hasan Ocak, Fehmî Tosun, Duzgun Tekîn.