Canan Çalagan:Ji bo rêxistibûna jinan xurt em dimeşin 2023-08-31 09:03:22     Melek Avci   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan da zanîn ku di 8-9’ê îlonê de diçin konferansa mezin a jinan û got: “Li dijî desthilatdariya AKP’ê û hemû polîtîkayên dijminê jinê û Kurdan, di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de em ê bi têkoşînek xurt bersivê bidin û em bi biryar in ku aştî, azadî û edeletê bînin ser vê axê.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk piştî hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê şûnde ketin pêvajoyeke nû ya rêxistibûnê û bi hemû kador û pêkhateyên xwe ji bo xeta dema nû diyar bikin komxebat, konferans û civîn pêk anîn.  Partiya Çep a Kesk di 8-9’ê îlonê de wê konferansa jinan a navendî pêk bîne.   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan derbarê encamên civîn û konferansên heta niha kirine û rojevên esas yên konferansa wê di 8-9’ê îlonê de pêk bînin nirxandin kir.   Konferansa mezin a jinan   Cananê da zanîn ku konferansa mezin a jinan wê bi dirûşma ‘em bi serhildanê xwe rêxistin dikin azadiya xwe diparêzin’ pêk bînin û got ku ev konferans astek girîng  sazbûna pêvajoya nû îfade dike. Cananê  wiha vegot: “Piştî hilbijartinan me nirxandin kir û me bi gel û rayagiştî re parve kir. Tevî hemû hewldanên manîpulasyonê desthilatdarî di hilbijartinan de bi ser neket. Gel denge xwe nedin polîtîkayên rant û şer. Di serî de gelê Kurd hemû gelên bindest, kedkar, jin û ciwanan îradeeya xwe di sindoqan de nişan da. Tevî hemû lîstikan encama ji hilbijartinê derket ev bû. Partiya Çep a Kesk di hilbijartinên 14-28’ê Gulanê de wek partiya sêyemîn ji sindoqan derket.”   ‘Civînên li bajaran didomin’   Cananê daxuyakirin ku piştî hilbijartinan xebat li gorî rêgeza wekhevî û azadiya jinê hatiye meşandin û wiha dirêjî daye: “Partiya Çep a kesk tevî hemû zext, çewistandin û binçavkirinan, ji bo berpirsyariya xwe ya li hember gel bîne ziman piştî hilbijartinan ket pêvajoyeke nû ya rêxistibûnê. Me kêmasî û qelsiyên xwe anîn ziman. Pêvajoya xwerexnedayînê pêk hat. Li bajar û navçeyan civîn pêk hatin. Piştre gelê me rexneyên xwe anîn ziman. Me civînên gel pêk anîn. Li gorî rêgeza wekhevî û azadiya jinê me xebatên xwe meşandin. Me du komxebatên navendî yên jinan pêk anîn. Civînên me yên ji bo amadekariya konferansê didomin. Li bajaran amadekariyên koferansê biqedin em ê konferansa jinan a navendî pêk bînin.”   ‘Li dijî meclîsa serdest mijara esas rêxistibûna jinan e’   Cananê di berdewamiyê de bal kişand ser polîtîkayên dijminê jinê û got: “Li dijî van polîtîkayan rêxistinbûna jinê girînge. Yek ji mijarên girîng ya konferansê ev e. Tifaqa li meclîsê dijberê jinê ye. Krîza ku desthilatdariyê îro welat xistiye bin lepê wê dîsa bandorek mezin li ser jinan dike. Tundî, binpêkirin, serdestî û xizaniya li ser jinan zêde bûye. Li dijî vê em wek Partiya Çep a Kesk têkoşînek mezin didin. Têkoşîn bi pêşengiya jinan tê meşandin. Li ser vî esasî em ê di konferansê de mijarên sereke bigirin dest. Em partiyeke ku ji hemû partiyên siyasî yên cîhanê re dibin mînak, li ser esasê wekhevî û azadiya jinê nêz dibin. Ji ber vê di partiya me de me sazbûneke ku li gorî vê perspektîfê ye ava kiriye. Hevserokatî û nûneriya wekhev li cîhanê ji partiyên siyasî re mînak e.”   Di kongreye de wê çi bên dest girtin   Cananê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li dora daxwazên hevpar ên jinan tên gel hev û tiştên ku pêwist em ê binirxînin. Têkiliya meclîsa jinan a partiyê û kongreyê  û karbeşî wê di konferansê de wek mijarekê bê destgirtin. Pêvajoya perwerdê wê li ber çavan bê girtin. Hewcedariya perwerdehiyên tevlihev carek din derket holê. Ji ber vê pêvajoyê perwerdehî mijara nîqaşê ye. Li dijî desthilatdariya AKP’ê û hemû polîtîkayên dijminê jinê û Kurdan, di bin sîwaneya Partiya Çep a Kesk de em ê bi têkoşînek xurt bersivê bidin û em bi biryarin ku aştî, azadî û edeletê bînin ser vê axê. Konferansên me wê bi vê moral û motîvasyonê bigihêjin biryarên xurt û hedefa me ya sereke ev e.”