Li Amedê hewldana kuştina jinekê 2023-08-30 14:45:12     AMED - Li naveçya Peyasê hewl dan ku jina bi navê E.O. ya ji cihekî diçû cihekî din qetil bikin.     Li navçeya Peyas a Amedê mêrekî bi çekê hewl da ku jina bi navê E.O. (37) ya ji cihekî diçû cihekî din qetil bike. Mêrê ku li E.O.'yê da reviya û li ser agahdarkirina kesên li derdorê tendirustvan û polîs hatin cihê bûyerê. Tîmên tendirustiyê E.O. rakirin nexweşxaneyê. E.O.'yê di îfadeya xwe ya ku da polîsan de diyrkir ku mêrê bi navê S.Ç. (44) xwestiye wê bide kuştin.   Piştî îfadeya E.O'yê S.Ç. ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Kiryar hîna nehatiye gitin û S.Ç. jî îdayên derbarê xwe de red kirin.   Dermankirina E.O'yê li nexweşxaneyê dewam dike.