Emîne Şenyaşar: Kilît li edaletê xistine 2023-08-29 16:41:06   ENQERE - Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê nobeda edaletê didomîne wiha got:"Wezîr naxwaza hevdîtinê bi me re bike." Bi vê re dîsa nehiştin Emîne têkeve wezaretê. Emîneyê bi vê gotinê bersiv da:"Kilît li edaletê xistine."   Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbatê, di roja 846’emîn de nobeda xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobeda li pêşiya Wezareta Dadê di roja 34’emîn de berdewam kir.   Nobed di roja 34'emîn de ye   Emîne bi sandelyeya bi tekelik û kurê wê Ferît bi dowiza "Edalet" hatin ber Wezareta Dadê û di roja 34'emîn a Nobeda Edaletê de dîsa xwestin bi Wezareta Dadgê hevdîtinê bikin. Tevî Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç tevî li cihê xwe bû jî ji aliyê ewlehiyê ve diyar kir ku ew naxwaze hevdîtinê bike.    Ma edalet ev e ?   Hêsirên Emîneyê hat xwarê û got:"Kilît li edaletê xistine. Ma edalet ev e ? Li vir dîwar li min temaşe dikin. Tiştên hatiye serê min bila bê serê we jî. Wê kurê min ji min girtin, kurê min berdin bila êdî were malê. Çend kes we kuştin lê belê kes nehat girtin. Qey qet tirsa we ji xwedê tune ye. Dîmenên dikan û nexweşxaneyê jê birin. Ax Adil axx Adil."   Malbat piştî çalakiya xwe vegeriya meclîsê.