Li Amedê jinan civîn li dar xist 2023-08-29 15:32:50   ..   AMED - Rêxistina HDP'ê û Partiya Çep a Kesk a Amedê di civîna jinan a beriya konferansê de ku kir gotin, “Em ê hevgirtin û rêxistinbûnê berfireh bikin. Bi şikandina tecrîdê em ê jiyana xwe azad bikin.”   Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, beriya konferansa mezin a ku dê li Enqereyê li dar bixin, di çarçoveya xebatên xwe yên ji nû ve avakirinê de, bi rêxistinên jinan re hatin gel hev. Li salona civînê ya Şaxa Hejmara 1  ya Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) pankarta "Bi serhildan rexistinê, em zadiye diparêzin" hate vekirin. Civîna ku bi dirûşma "Em bi serhildanê xwe birêxistin dikin, azadiya xwe diparêzin" hat lidarxistin, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Hevseroka HDP'ê Gulîstan Atasoy, Berdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakık Tekîn û Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya, Sevilay Çelenk, Ceylan Akça, Komeleya Jinan a Rosa û gelek jinên din tevli bûn.   Civîna ji bo bîranîna Dayikên Aştiyê, Edalet Safalî, Perîşan Akçelîk ku di 22’yê Tebaxê de ji bo îfadedayînê ji Geverê diçûn Colemêrgê ku li vegerê qeza darbas kirin û jiyana xwe ji dest dan û ji bo hemû jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzgirtinê dest pê kir.   Bandora pergala kapîtalîst a mêr   Di civînê de Hevseroka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn axivî û diyar kir ku şerê hêzên serdest ên mêr ên kapîtalîst ku navenda wê Rojhilata Navîn e, li hemû cîhanê belav bûye û got, “Di rastiyê de. Şerê li Rojhilata Navîn ku ketiye rewşeke kaotîk, wê çawa were meşandin û ev yek ji bo têkoşîna jinê tê çi wateyê, lêpirsîna vê hem  ji bo siberoja gelan û hem jî ji bo têkoşîna me ya jinan pir girîng e. Li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Kurdistanê, li erdnîgariya Ereban û Asyayê em dibînin ku herî zêde  hebûn û bi her awayî jiyana jinê tê astengkirin.   Serdestên ser vê xakê wekî  hevkarên hêzên serdest ên mêr ên kapîtalîst tevdigerin. Ev hêzên serdest di heman demê de wekî amûrên tunekirina Şoreşa Rojava ku ya jinê ye tên bikaranîn."   'Em ê li dijî tecrîdê têkoşînê bidomînin'   Pinarê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û got, “Polîtîkayên tecrîda mutleq a girankirî ya ku li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir û li tevahiya civakê belav bû, bi rengê xwe yê herî hovane berdewam dike. - Bêyî şikandina polîtîkaya tecrîdê, tundî û qirkirina  jinan, xizanî, bêkarî û îstîsmara kedê wê bi dawî nenbin. Divê em bi hev re plansaziya çalakiya xwe ya berbiçav derxînin holê ku li dijî şer û polîtîkayên tecrîdê yên bi destê desthilatdariya mêr a AKP-MHP'ê ya li ser Kurdan  tê meşandin xeta herî xurt a têkoşînê ava bikin û bi rakirina tecrîdê jiyana xwe azad bikin. ”   Pinarê anî ziman ku ew ê hevgirtina jinan zêde bikin û got, “Ji bilî têkoşînê tu çareya me nemaye. Em ê bi berfirehkirina rêxistina xwe ya jinan xwe biparêzin. Em jin dê bi hev re jiyana demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê ava bikin.”   'Em ê meclisên jinan ên herêmî ava bikin'   Pinarê bal kişand ku beriya konferansan civînên amadekariyê yên bajaran pêk anîne û wiha got: “Me dît ku ku bi taybetî di meclîsên jinan ên herêmî de pirsgirêk derketine holê . Bi taybetî xebatên me yên sereke divê jinûveavakirina meclîsên jinan ên herêmî ku hêza bingehîn a siyaseta me ya jinan pêk bînin û xurtkirina van meclisan be. Em hemû zehmetiyên derxistina jinê ji malê û tevlibûna yê ya jiyana civakî dizanin. Jin ji qada hilberînê hatine dûrxistin; Divê em bi hev re rê û rêbazan biafirînin ku dîsa li ser bingeha hêza xwe bersiva herî mezin bidin polîtîkayên ku dixwazin jinan di nava malan de hepis bikin.”   'Em ê akademiyên jinan vekin'   Pinarê anî ziman ku ew ê akademiyên jinan vekin û got, "Emê van akademiyan jî hepsî avahiyan û avahiyên partiya xwe nekin. Em ê vê ji mal û heta parkan li her cihên ku jin lê ne bikin. Jin weke berê îro jî li dijî her cure zext û polîtîkayên hovane li ber xwe didin û serî hildidin. Dem ew dem e ku em bi hev re siyasetê pêş bixin ku em ê li dijî desthilatdarî û sermayeya yekperest, serdest a mêr rêxistinbûna xwe berfireh bikin, tiştên ku ji me hatine dizîn paşde bigirin."   Piştî axaftinan nîqaşên rexne û xwerexnekirinê hatin kirin. Civîn bi hilbijartina delegeyan bi dawî bû.