Wê qertên 1'ê Îlonê ji bo rojnamegerên girtî bên şandin 2023-08-29 12:44:27       AMED - MKGP û DFG wê bi munasebeta 1’ê Îlonê ji rojnamevanên girtî re qertan bişînin.    Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) dê bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di 31’ê tebaxê de ji Şaxa PTT’a Ofîsê ya Yenîşehîrê ya Amedê ji rojnamegerên girtî re qertan bişînin.   MKGP û DFG'ê li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kirin: "Bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê em ê ji bo daxwazên xwe yên aştî û azadiyê ji rojnamegerên girtî re qertan bişînin. Em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku tev li vê çalakiya me bibin. De haydê; tu jî qertekê bişîne!”