Li Kocaelî û Bursayê mirinên bi guman ên du zarokan 2023-08-28 12:57:22       KOCAELÎ/BURSA - Zaroka 15 salî ya li Wargeha Xwedîkirinê ya dewletê dima, ji bo dermankirinê birin klînîkê lê nehat dermankirin. Hat îdiakirin ku dema zarok dibirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sakaryayê xwe ji ambûlansê avêt û jiyana xwe ji dest da. Her wiha Cenazeyê zarokê 17 salî yê bi navê Y.C.Î. li înşaeta sîteyeke navçeya Yildirimê hate dîtin.    Li Kocaleliyê zarokekê ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da. Zaroka 14 salî Îlayda Tûrhan a li Wargeha Xwedîkirinê ya dewletê dima nexweş bû û bi ambulansê birin klînîkeke li Stenbolê. Ji ber ku klînîkê qebûl nekir, zarok bi ambulansa bi plakaya 54 AH 950 sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sakaryayê hate kirin. Hat îdiakirin ku dema ambulans ber bi nexweşxaneyê ve diçû, zaroka 14 salî li ser rêya TEM’a navçeya Korfez a Kocaeliyê xwe ji ambûlansê avêt.    Komên tenduristiyê li vir kontrola Îlayda kirin û diyar kirin ku jiyana xwe ji dest daye. Polîsên li cihê bûyerê hatin veguhestin lêkolîna cihê bûyerê kirin û ji bo otopsiyê cenazeyê zarok Îlayda rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de rayedareke wargehê û 2 personelên tenduristiyê ji bo îfadeya wan were girtin birin navenda polîsan.   Li Bursayê mirina zarokekî ya biguman   Cenazeyê zarokê 17 salî yê bi navê Y.C.Î. li înşaeta sîteyeke navçeya Yildirimê hate dîtin.    Li înşaeta sîteyeke li Taxa Mîllet a navçeya Yildirim a Bursayê cenazeyê zarokekî hate dîtin. Li ser îxbarê li cihê bûyerê polîs û komên Beşa Lezgîn a 112’ê hatin sewqkirin. Koman, tespît kirin ku cenazeyê li zemîna înşaetê, yê zarokê bi navê Y.C.Î. (17) ye.    Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenazeyê Y.C.Î. ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Bursayê.