Hevseroka giştî ya HDP’ê Sultan Ozcan: Me pişta xwe da dîrokek bi kok 2023-08-28 09:06:58     ENQERE - Hevseroka Gitşî ya nû ya HDP’ê Sultan Ozcan da zanîn ku wê kesayeta tuzel a HDP’ê biparêzin û got: “Em ê tecrubeya vê têkoşînê û destkeftiyên xwe biherikînin Partiya Çep a Kesk û ji wir pêş bikevin.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4’emîn Kongreya Awarte, li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê li dar xist. Ji 94 delegeyî  piranî deng bi kar anî û hevserokên nû yên HDP’ê Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak hatin hilbijartin.   Hevseroka Giştî ya nû Sultan Ozcan piştî kongreyê nirxandina ewil kir û da zanîn ku wê kesayeta tuzel a HDP’ê bê parastin lê di dema nû de wê hemû tecrûbe û dewlemendiyên xwe biherikînin Partiya Çep a Kesk.   ‘Me pişta xwe da dîrokek bi kok’   Sultanê da zanîn ku dîroka 11 salan a HDP’ê di rêwistiya hêviyê de jî dîrokî bûye û ev mîrateyek e. Sultanê wiha dirêjî dayê: “Di vê rêwitiya hêviyê ya 11 salan a mîrateya tecrubeyên şoreşî, dîrokî, civakî û demokratîk cih digirin. Hemû tecrubeya têkoşîna demokratîk a gerdûnî daye pişt xwe û meşek xurt a xwedî lê derdikeve ye. HDP dema hat avakirin bû navnîşana gelan, baweriyan. Gotin ‘wê rojan berdewam neke’ lê bi înyat hemû dînakîmên civakê tevî hemû kumpas û dorpêçan pişta xwe dan dîrokê. Bi hişmendiya jiyanek nû heta îro xwe domand. Doza girtinê, doza kumpasê ya Kobanê didome. Van hewldan û êrîşan pêşî li me negirt. Jiyanek nû jiyanek cuda, têkoşîna aştiyeke mayînde meşand. Hemû astengiyên li pêş têkoşîna yekbûyî derbas kir û hat van rojan. Peywira me ji Fatma Gok, Sebahat Tuncel, Fîgen Yuksekdag, Serpîl Kemalbay û Pervîn Buldan girtiye em ê bi îradeyeke azad bimeşînin.”   Wê kesayeta tuzel bê parastin   Sultanê di berdemawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku mijara ku HDP kiriye HDP çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk û komara demokratîk, demokrasiya herêmî ye û wiha anî ziman: “Hedefa me ev e ku dawî li vê pergala zilmkar, polîtîkayên şer bê. Hedefa me avakirina jiyaneke hevpar a gelan e. Ji ber vê jî di dema avakirina nû de me berê xwe da paradîgmaya xwe. Me lê nêrî ku kêmasî hene.  Em ê van temam bikin em ê kadroyên xwe nû bikin. Em ê dersan ji tiştên ku hatine jiyîn derbixin. Em ê tecrube û destkeftiyên xwe ragîhinin Partiya Çep a Kesk û ji wir pêş bikevin. Em ê kesayeta tuzel biparêzin û di riya xwe de bi vê mîsyonê dewam bikin. Partiya Çep a Kesk dema nû de wê ji dîrokê dersan derbixe xwebûnê bike û bibe navenda hêviya gelan û di biryara avakirina jiyanek nû de be. Di dawiya meha îlonê de em ê kongreye pêk bînin û vê ji gelên Tirkiyeyê re diyar bikin. Bila tu kes bê hêvî nemîne. HDP heye, fikra HDP’ê riyên nû dibîne. Em ê bi vê baweriyê bimeşin."   Di dema nû de rêxistina têkoşînê Partiya Çep a Kesk e. Navê xwe diguhere û di riya xwe de dimeşe. Şikandina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan wek peywirekê li pêş me ye. Hewcedariyên vê ji her demê bêtir xurt wê pêk bê û ev yek ji peywira girîng a civakê daye me ye. Ev gelek girîng e.”