Li dijî tecrîd û şerê taybet banga rêxistinbûnê 2023-08-28 09:05:25     AMED - Senem Erîş der barê kampanya ku Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a kesk daye destpêkirin de axivî û banga têkoşîn û rêxistinkirî li ciwanên jin û bi giştî li ciwanan kir.   Polîtîkayên şerê taybet yên desthilatdariya AKP-MHP’ê li Kurdistanê didomin. bêguman hedefa ewil a van polîtîkayan jin, ciwan û zarok in. Bi giranbûna tecrîdê re şer jî giran dibe û rêxistinbûna ciwanan a li dijî vê bale dikşîne. Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk li dijî polîtîkayên şerê taybet di 5’ê Tebaxê de kampanyayek bi şîara ‘li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’ da destpêkirin.    Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk Senem Erîş der barê kampanyayê de ji ajansa me re axivî.   ‘Ne firoşkarên hişbirê, em tên girtin’   Senemê da zanîn ku li Kurdistan û Tirkiyeyê pirsgirêkên aborî û îdeolojîk yên ciwanan hene û ew vê di çarçoveya polîtîkaya şerê taybet de digirin dest û got: “Şerê taybet li Kurdistanê bi awayekî giran tê meşandin. Çeteyên hişbir û fuhuşê, mafya zêde bûne. Îro em li Kurdistanê bikevin kîjan taxê temenê bikaranîna hişbirê daketiye 9-10 salî. Xebatên em li dijî van polîtîkayan dimeşînin jî li aliyê pergalê ve tên astengkirin. Ne firoşkarên hişbirê em tên binçavkirin û girtin.  Dema em li dijî hişbirê çalakiyê pêk tînin em tên binçavkirin. Di bernameya ajotina bîsîkletê ya ku Meclîsa Ciwanan a Muşê pêk anî de hevalên me hatin binçavkirin.”   ‘Dewlet hewldanên ji rêderketinê pêk tîne’    Senemê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “AKP-MHP politikaya şerê taybet li Kurdistanê bi taybet li ser jan pêk tîne. Li Kurdistanê li ser jinan şerê taybet  hîn bêtir bi bandore. Bi fuhuşê hewl didin jinan bixînin. Dixwazin profîla jinan a li gorî xwe ava bikin û jinan li Kurdistanê bikin bin lepê polîs û leşkeran. Bi vî awayî dixwazin jinan ji têkoşînê dur bigirin.”   ‘Pirsgirêka sereke tecrîd e’   Senemê balkişand ser tecrîda li Îmraliyê ku li her derê belav bûye û anî ziman ku pirsgirêka herî mezin tecrîd e û bandor li ser hemû civakê kiriye. Senemê axaftina xwe wiha domand: “Bi girankirina tecrîdê re hewl didin têkoşîna jinan û ciwanan bixitimînin. Lê tu hêz nikare me bide sekinandin. Em baş dizanin ku bi rakirina tecrîdê re wê qada têkoşînê hîn bêtir berfireh bin. Di vî alî de pergal tecrîda Îmraliyê giran dike.”   Armanca kampanyayê: Teşîrkirina şerê taybet e   Senemê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku armanca kampanyayê teşhîrkirina şerê taybete û wiha dawî lê anî: “Em ê bi ciwanan re bên gel hev û bernemeyên wekê belavkirina belavokan, daliqandina afîşan, şano, kurtefîlm, hevdîtin, ajotina bîsîkletê pêk bînin. armanca me teşhîrkirina şerê taybate û bi ciwanan re di nava civakê de avakirina hişmendiyê ye. Em hemû ciwanan vedixwînin têkoşîna rêxistinkirî.”