Malbatên ji bo girtiyan pere radizînin tên darizandin 2023-08-28 09:03:16     Elfazî Toral   STENBOL - Malbatên ji bo girtiyan pere radizînin tên darizandin. Xizmên girtiyan û siyasetmedaran diyar kirin ku ev rêbaza îşkence û tecrîdê ye û gotin: “Em serî natewînin. Dewlet dikare destê me kelpeçe bike lê nihare ziman û hişê me kelepçe bike. Em hene û em ê hebin.  Em ê dest ji têkoşînê bernedin. Em ê xwedî li girtiyan derkevin.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an de li grava Îmraliyê di bin tecrîdeke girna de tê girtin. Tecrîdê badnor li ser hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê jî kiriye. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan polîtîkayên îşkencê jî bixwe re tîne. Li girtiyan dan û standina kantînê tê ferzkirin. Di bihayên zêde de fature tên birîn û berhemên ji kantînan tên girtin jî li koxuşan tên desteserkirin. Malbatên pere ji zarokên xwe re radizînin jî bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê’ lêpirsîn li wan tên vekirin. Malbatên bi van îdiayan tên darizandin, ji ber pirsgirêkên aborî nikarin biçin hevdîtinên zarokên xwe.   Ji Xizma girtiyan Fînce Akman ya ev saleke di Nobeta Edeletê de ye û Hevseroka HDP’a Esenlerê Emîne Arslan der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.   Fînce Akman der barê mijarê de axivî û got: “Em armanca dewletê baş dizanin. Malbat neçar dimînin pere ji zarokên xwe re bişînin, ev bi tena serê xwe rêbaza îşkenceyê ye. Ger ku naxwazin em pere bişînin ji zarokên xwe re bila zarokên me berdin. Bila berdin em pere neşînin. Heta zarokên me li wir bin em  neçarin ku pere bişînin.”   ‘Sûcê wan Kurdbûna wan e’   Fîncê destnîşan kir ku ew ji dewletê tiştekî naxwazin û bi lêv kir: “Çima lêpirsîn li malbatan tê vekirin?Armanca dewletê ev e ku me bikuje. Dewlet dixwaze hemû Kurdan dîl bigire. Bi destê dewletê bi hezaran kes ji ber ku Kurd in niha girtî ne. Li girtîgehan polîtîkayên tecrîdê tên meşandin. Em dizanin li girtîgehan çi tê kirin.”   Ne zilm ne zindan nikare me têk bibe…   Fîncê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser Nobeta Edeletê ya ku salekê girtine û got: “Demek dirêj çalakiya me ya Nobeta Edeletê pêk hat. Me bi vê xwest aştî û edelet bê. Me got edelet dewletê jî got zindan. Em ne ji zindana wan ne jî ji êrîşên wan ditirsin. Heta aştî neyê vî welatî şansê Kurdan jî tune yê û yê Tirkan jî tune ye. Em rondikan naxwazin. Deng û daxwazên me nabihîzin. Bila dewlet peywira xwe bîne cih. Hêza dewletê têrî me nake. Me soz daye em ê heta dawiyê têbikoşin. Niha êrîşî malbatan dikin. Ev polîtîkayek çewisandinê ye. Dewlet qanûnên xwe bi tu awayî pêk nayne. Tenê daxwazên xwe pêk tînin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Em kurdek jî bimînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Tecrîd û îşkence   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Esenler a Stenbolê Emîne Arslan jî da zanîn ku razandina pere mafê herî xwezayî yê malbatane û di vê mijarê de ev nirxandin kir: “Bêguman wê ji zarokên xwe re pere bişînin. Neçarin bişînin. Malbat neşînin wê kî bişînine. Li girtîgehan girtî bi binpêkirinên mafan re tên rû hev. Tecrîd li hemû girtîgehan tê meşandin. Dewlet li ser girtiyan û malbatan polîtîkayên cuda dimeşîne. Li malbatên ku pere ji bo zarokên xwe radizînin lêpirsîn tên vekirin. Ev li dijî hiqûqê ye. Hewl didin îşkenceyê li malbatan bikin.”   Banga xwedîderketina li girtiyan   Emîneyê balkişand ser politikaya tecrîdê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewlet li girtîgehan li girtiyan li derve jî li malbatan îşkenceyê dike. Yekane tişta dikin ev e. Ev rêbaza îşkenceyê ye. Ji xwe nahêlin ji derve tiştek biçe hundir. Her carê pereyên tên şandin asteng dikin. Ev rêbaza cezakirinê ye. Ez banga xwedî derketina li girtiyan dikim. Divê hemû kes xwedî li girtiyan derkeve.”