ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-28 09:00:00     * Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Geverê ku rêhevaltiya dayîka Pêrîşan Akçelîk û Adalet Safali kirine, destnîşan kirin ku wan bi tenê daxwaza aştî û wekheviyê kirine û gotin ew ê têkoşîna wan bidomînin. DÎEMEN HEYE   *Qeyrana aboriyê ya her ku diçe kûr dibe bandorê li ser derman û amûrên medîkal jî dike. Di derbarê mijarê de Şengul Barlik a bi karê medîkalê mijûl dibe wiha got: "Ew budçeya ku ji bo şer tê xerckirin, bila ji bo welat bê xerckirin." DÎMEN HEYE   * Malbatên ji bo girtiyan pere radizînin tên darizandin. Xizmên girtiyan û siyasetmedaran diyar kirin ku ev rêbaza îşkence û tecrîdê ye û gotin: “Em serî natewînin. Dewlet dikare destê me kelpeçe bike lê nihare ziman û hişê me kelepçe bike. Em hene û em ê hebin.  Em ê dest ji têkoşînê bernedin. Em ê xwedî li girtiyan derkevin.” DÎMEN HEYE   *Senem Erîş der barê kampanya ku Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a kesk daye destpêkirin de axivî û banga têkoşîn û rêxistinkirî li ciwanên jin û bi giştî li ciwanan kir.   *Hevseroka Gitşî ya nû ya HDP’ê Sultan Ozcan da zanîn ku wê kesayeta tuzel a HDP’ê biparêzin û got: “Em ê tecrubeya vê têkoşînê û destkeftiyên xwe biherikînin Partiya Çep a Kesk û ji wir pêş bikevin.” DÎMEN HEYE